Greva li Nurnbergê dewam dike, ya li Munchenê qediya

Grev birçîbûnê ya li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê bi komeke nû dewam dike. Greva li Munchenê jî qediya.

Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê dest pê kir, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Mala Gel a Medyayê dewam dike. Gelek Kurdistanî serdana çalakgeran dikin.

Nûnera PYD'ê ya li Nurnbergê Naîme Hassan li cihê çalakiyê axivî û diyar kir, azadiya gelê Kurd û Kurdistanê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibe.

Hassan diyar kir ku heta tecrîdkirina Ocalan biqede û azad bibe, wê têkoşîna xwe bidomînin. Hassan got, "Ji bo azadiya Rêberê xwe divê em her tiştî bikin" û diyar kir, ew jiyaneke bê Rêbertî ti carî qebûl nakin.

Ji çalakgerên greva birçîbûnê Hîkmet Gencer jî diyar kir, di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gelê Kurd, gelên bindest ên li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn tên tecrîdkirin.

Gencer got, çalakiyên wan ên li dijî tecrîdê wê dewam bikin.

GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA LI MUNCHENÊ QEDIYA

Greva birçîbûnê ya 3 rojan a li bajarê Munchen ê Elmanyayê doh êvarê qediya.

Nûnera Meclîsa Jinê ya Sara li cihê grevê axivî û Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven silav kir ku zêdeyî mehek e di greva birçîbûnê de ye.

Nûnera meclîsê bal kişand ser zext û êrîşên rejîma faşîst a li Tirkiyeyê û got, "Divê tecrîdkirina Ocalan tavilê biqede. Her kes di vê mijarê de bi berpirsyarî rabe."