Greva girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Ocalan di roja 128’an de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî hatibû destpêkirin, di roja 128’an de ye.

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin.

Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 26’emîn dewr girt, di roja 128’emîn de dewam dike.

MEXMÛR

Greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Meclîsa Îştar 18’ê Kanûna 2020’ê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê hatibû destpêkirin jî di roja 107’an de didome.

YEWNANISTAN

Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê hatibû destpêkirin jî di roja 90’î de ye.