Greva birçîbûnê ya Şakranê kete roja 21'an: Em bibin dengê girtiyan

Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a ku bi mebesta tecrîda girankirî ya li ser Ocalan rabe hatibû destpêkirin kete roja 21'an.

Birayê çalakvanê grevê Necdat Kaya Hasan Kaya diyar kir ku heta daxwaz neyên qebûlkirin wê dawî li girêvê neyê û banga bihîstyarbûnê kir.

18 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Şakran Alîaga Izmîrê bi mebesta ku dawî li tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were û dawî li êşkence, tehte, binpêkirinan were 15’ê Sibatê dest bi girêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn.

Di girevê de ji beşa T2 8, ji beşa T3 5  û beşa Jinan jî 5 girtî hene.

Li girtîgeha ku girêv birdewam dike mirov nikare xwe bigigîne midûr an jî rayedarekî dî. Li Girtîgeha Şakranê ku veguheriye navendeke wiha ku êşkence bi sîstematîk lê kirin her roj agahiyên nû yên êşkence û binpêkirina mafan jê tên. Malbat ku diçine hevdîtinê rastî li êşkence û tehdeyê tên û ji ber ku cezayê têkilîdanînê dane girtiyan ti agahiyeke ji wan nayê standin.

MALBAT BANGA BIHÎSTYARBÛNÊ DIKIN

Malbat li ser rewşê metirsîdar in. Dema ku diçine girtîgehê di lêgerînan de ji hêla gotinî û fizikî ve tacîz li wan tê kirin û ji ber ku helwestê nîşan didin cezayê mehekê yê hevnedîtinê didin.

Hasan Kaya diyar kir ku ew bi Necdan Kaya re bi telefonê axiviye û diyar kiriye ku heta girêv bi ser nekeve ew dev ji girêvê bernadin. Kaya diyar kir ku li Girtîgeha Şakranê şert pir giran in û wiha got: ‘’ Dixwazin ku tecrîda li ser Serok bi dawî bibe û şertên li girtîgeha bikin şertên însanî. Got heta ku ev nebin ew dev ji girêvê bernadin. Divê raya giştî bihîsyar be û şandeyeke bi lezginî biçe girtîgehê. Li van deran şert ji bo ku ne baş e li welêt tişên ne baş dibin.’’

DAXWAZ

Daxwazên girtiyên ku ketine girêva birçîbûnê de ev in:

"Bila tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî rabe û pêvajoya Rewşa Awarte bi dawî bibe. Bila dîsa pêvajoya çareserî û muzakereyan dest pê bike. Bi pêvajoya dwî re, bi Rewşa Awarte û biryarnameyan tiştên ku li girtîgehan têne kirin nayên qebûlkirin, divê ev zext bi dawî bibe."