Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê di roja 23. de ye

Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger li Girtîgeha Şakranê kete roja 23’an. Li girtîgeha ku tehdeyê li serdanvanan jî dikin, îşkenceya fizikî û psîkolojîk pir zêde bûye. Ozgur Kaya yê ku çûyî hevdîtinê got, ‘bi lezginî divê tiştin werin kirin’

18 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Alîaga ya Şakran a Îzmîrê bi mebesta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  û îşkenceya fizîkî, psîkolojîk a li girîgehan şermezar bikn 15’ê Sibatê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdoveger kirin.

Kesên ku di greva birçîbûnê de ne; ji T2’yê Eren Tekîn, Sînan Ekmekçî, Mustafa Akaş, Cengîz Dogan, Necdet Kaya, Ergan Erguz, Murat Duran, Kasim Ozdemîr, ji beşa T3 Zana Yatkin, Îhsan Balkaş, Ozgur Guçlu, Ozkan Yaşar, Aslan Îlhan, ji beşa jinan; Hurriyet Dogan, Mahsune Sedal, Cîhan Asî, Meryem Soylemez, Gurbet Ozturk.

Mirov nikare xwe bigihîne midûr an jî rayedarekî girtîgehê. Li girtîgeha Şakranê ku bûye navenda îşkenceya sîstematîk her roj agahiyên îşkence û binpêkirinên mafên mirovan tên. Dema ku malbat diçine serdanê jî îşkenceya fizikî, tehdê li wan dikin û ji ber ku cezayê têkilîdanînê dane girtiyan têkildarî wan zêde agahî jî nayên bidestxistin.

Malbat ji rewşê pir fikaran dikin. Dema ku diçine girtîgehê di lêgerînan de wan bi gotin û fizikî tacîz dikin, dema ku helwestê nîşan didin jî cezayê mehekê yê hevnedîtinê didin.

‘HETA KU DAXWAZ NEYÊN QEBÛLKIRIN WÊ BERDEWAM BIKIN’

Ozgur Kaya bi birayê xwe Necdet Kaya  re axivî, got li girtîgehan zext û îşkence kêm nebûye, girantir bûye, çûnûhatin girtîgehê jî bûye îşkence û wiha got: ‘’Moralê wan baş bû. Heta ku daxwaz werin qebûlkirin wê greva xwe bidomînin. Divê tiştin werin kirin. Greva birçîbûnê bi demê re nebaştir dibe. Ji ber ku beriya niha jî ketine greva birçîbûnê zûtir dikarin nexweş bikevin. Divê bi lezginî em raya giştî agahdar bikin. Divê em tiştinan bikin."

‘TEHDÊ LI SERDANVANAN DIKIN’

Kaya diyar kir îşkenceya psîkolojîk û fizikî li serdanan dikin, serdanvan jî helwest nîşan didin û wiha got: "Tim zext heye. Tim heqaretê li me dikin. Dema ku carinan em deng derdixin hewl didin ku li me bixin. Divê bil ezginî tiştin werin kirin."

DAXWAZ

Daxwazên girtiyên siyasî yên girtîgeha Şakran:

"Divê tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî rabe û pêvajoya Rewşa Awarte rabe. Bila dîsa pêvajoya çareserî û muzakeryan dest pê bike. Di dema dawî de bi biryarnameyan û Rewşa Awarte tiştên ku li girtîgehan dibin nayên qebûlkirin. Divê dawî li vê zext û zordariyê were."