Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Edîrneyê kete roja 14’an
Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Edîrneyê dest pê kirî kete roja 14. Malbatan xwestin ku raya giştî bihîstyar be.
Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Edîrneyê dest pê kirî kete roja 14. Malbatan xwestin ku raya giştî bihîstyar be.
Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Edîrna Tîpa F’yê 6 girtiyan bi mebsta ku tecr;îda girankirî ya li sre Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û her wiha bi mebesta ku dawî li tehd û êşkenceya psîkoloîk were bi awayekî bêdem û bêdorveger dane destpêkirin kete roja 14’an.
Ji 22’yê Sibatê ve girêv didome. Ji 6 girtiyan 3 jê ku berê jî ketibû Greva birçîbûnê de rewşa wan ne baş e.
Ji ber sedema cezayê têkilîdanê yên girtiyan agahî têkildarî wan nikarin werin standin. Hamza Kurt ku bi birayê xwe yê girtîgehê Alî Kurt re axivî, got ji bo dawî li Grevê were bila daxwazên wan werin qebûlkirin. Kurt diyar kir ku di demên dawî de tehde û êşkence li girtîgehan zêde bûye û wiha domand: ‘’Weke li girtîgehên dî li vir jî ji bo ku şert giran bûne Grevê dest pê kir. Ez bang li raya giştî dikim, bila berê xwe bidin girtîgehan. Li Girtîgeha Edîrneyê ji ber sedema şertên nebaş neçar man ku Grevê birçîbûnê bidin destpêkirin. Ji 6 girtiyan rewşa 3’yan jê ji ber ku beriya bi mehekê jî ketibûn Grevê rewşa wan nebaştir e. Divê her kes di vê mijarê de baldar be.’’