Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Edîrneyê di roja 16. de ye
Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Edîrneyê di roja 16. de ye. Çalakî bi rengekî bêdem-bêdorveger didome.
Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Edîrneyê di roja 16. de ye. Çalakî bi rengekî bêdem-bêdorveger didome.
6 girtiyên li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dawîanîna li kiryarên xerab ên li girtîgehan, ev 16 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne.
Hat ragihandin, rewşa tenduristiyê ya 3 ji girtiyên çalakger, nebaş dibe.
Ji br ku cezayê hevdîtinê li girtiyan hatiye birîn, agahiyeke zelal ji girtîgehê nayê girtin.
Girtiyên di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne, ev in: Samî Geylanî, Alî Kûrt, Enver Baysal, Ramazan Kizildag, Zerdeşt Odûncû, Mazlûm Bataray.
Kekê Alî Kûrt Hamza Kûrt da xuyakirin, ku birayê wî ji wan re gotiye, heta daxwazên wan bên qebûlkirin ew ê çalakiya xwe bidomînin û bang li raya giştî kir, ku bala xwe li ser mijarê be.
Kûrt da zanîn, şert û mercên girtîgehê ne însanî ye û got, "Di hevdîtina rû bi rû de ez bi birayê xwe re axivîm. Got, şert û merc hê mîna xwe ne. Anî ziman, ku heta daxwazên wan bên qebûlkirin, ew ê greva birçîbûnê bidomînin. Moralê wan baş bû, lê rewşa wan a tenduristiyê roj bi roj ne baş dibe."