Greva birçîbûnê ya li Gîresûnê bi koma 2'emîn dewam dike

Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Gîresûnê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, bi koma duyemîn dewam dike.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê, ji bo dawîanîna li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê Mijdarê ve di greva birçîbûnê ya bê dawî û dorveger de ne. Grev di roja 14'an de ye. Greva birçîbûnê ya ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Gîresûnê bi 2 kesan dest pê kir, piştî roja 10'an bi koma duyemîn dewam kir.

Ji girtiyan Sîprî Akbaş, Yaşar Bayar û Hasan Kûramî bi rêya telefonê ji malbata xwe re ragihandin ku wan greva birçîbûNê ji koma destpêkê dewr girtine û wê bidomînin.

Koma destpêkê ya çalakiyê ji Mehmet Çagirici, Bahrî Sûlgîn û Umît Karakaya pêk dihat. Rêveberiya girtîgehê mehek cezayê ragihandinê li wan birî.