Greva birçîbûnê ya li Atînayê di roja 4'an de ye
Çalakgerên greva birçîbûnê yên li Atînayê diyar kirin ku divê çalakiyên bi vî rengî li tevahiya Ewropa û Kurdistanê dewam bikin, heta ku encam bê girtin.
Çalakgerên greva birçîbûnê yên li Atînayê diyar kirin ku divê çalakiyên bi vî rengî li tevahiya Ewropa û Kurdistanê dewam bikin, heta ku encam bê girtin.
Greva Birçîbûnê ya li paytexta Yewnanîstan Atînayê di roja 4'an de ye.
Çalakgeran daxuyaniyek dan û bang kirin ku çalakî li tevahiya Ewropa û Kurdistanê dewam bike heta ku encam bê girtin.
Di daxuyaniyê de bi taybetî bang li ciwanan hate kirin, ji bo xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çand, ziman û welatê xwe derkevin.
Di daxuyaniyê de greva birçîbûnê ya Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate silavkirin û hate gotin, "Ev çalakî rûmet û nirxên pîroz nîşan dide."
Greva birçîbûnê ya li Atînayê 6'ê Kanûnê dest pê kiribû û wê heta 21'ê Kanûnê bidome.