Greva birçîbûnê di roja 33'an de ye: Girtî bi biryar in

Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehan dest pê kir, di roja 33'an de ye. Girtî di çalakiyê de bi biryar in. Zextên li ser girtiyan jî zêde bûne.

Greva birçîbûnê ya ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê di 27'ê Mijdarê de bi rengekî bêdem-dorveger dest pê kir, di roja 33'an de ye. Çalakî bi koma 7'an dewam dike.

ZEXTÊN LI SER GIRTIYAN ZÊDE BÛN

Rêveberiyên girtîgehan jî zextên li ser girtiyên di çalakiyê de ne zêde kirin. Herî dawî hate ragihandin ku li Girtîgeha Tarsûsê rêveberiya girtîgehê xwê, şekir û lîmon nade girtiyên di greva birçîbûnê de ne.

Li Girtîgeha Kandirayê jî, li koxûşên girtiyên siyasî roja destpêkirina greva birçîbûnê lêgerîn hate kirin û alavên girtiyan ên taybet hatin desteserkirin.

Li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê, li jinên ku greva birçîbûnê dewam dikin, cezayê dîsîplînê hate birîn, girtî dema ku bi telefonê qala binpêkirina mafên mirovan dikin, yekser telefona wan tê birîn.

Li Rihayê jî greva birçîbûnê li gel gef û metirsiya vîrûsa koronayê dewam dike. Tevî ku hejmara nexweşên bi vîrûsê zêde dibin jî test li girtiyan nayê kirin.

Li Girtîgeha Jinan a Şakranê jî ji roja ku greva birçîbûnê dest pê kiriye û vir ve zext zêde bûne.

Girtî destnîşan dikin ku li gel zext û zordariyê jî heta tecrîd bi dawî bibe ew bi biryar in çalakiya xwe dewam bikin û bang li gel jî dike ku xwedî li çalakiya wan derkevin.

MEXMÛR

Li Kampa Penaberan a Mexmûrê jî greva birçîbûnê ya bi pêşengiya jinan di 18'ê Kanûnê de dest pê kir li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê di roja 12'an de dewam dike.