'Greva birçîbûnê di halekî krîtîk de ye, dewlet deryasayî tevdigere'
Serokê Şûbeya Enqerê ya ÎHD'ê Fatîn Kanat got desthilata AKP-MHP'ê deryasayî tevdigere, grêva birçîbûnê ketiye halekî krîtîk.
Serokê Şûbeya Enqerê ya ÎHD'ê Fatîn Kanat got desthilata AKP-MHP'ê deryasayî tevdigere, grêva birçîbûnê ketiye halekî krîtîk.
Serokê Şûbeya Enqerê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Fatîh Kanat têkilî grêvên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku ev 127 roj in didome, got, ketiye pêvajoyeke krîtîk, desthilata AKP-MHP'ê li gorî yasayên xwe û peymanê navnetewî ku ew jî aliyê wan in naçin, miemeleyeke deryasayî dikin.
Kanat got, ''Desthilat û dewleteke ku yasayên xwe bi cih nayîne. Mirovên ku neheqî li wan bûne, heqê wan hatine xwarin dixwazin ku dewlet beriya her tiştî yasayên xwe bi cih bîne, piştre peymanên navnetewî, heqê ku Yekîtiya Netewî ji bo girtiyan qebûl kiriye nas bike. Dewlet, mirovên ku wan bi deryasayîbûnê, endambûna rêxistina terorê sûcdear dike û ew kirin girtîgehê, bi daxwaza ji dewletê ya ''yasayên xwe bi cih bîne'' ketine grêva birçîbûnê. Greva briçîbûnê di roja 127'an de ber bi rewşeke krîtîk ve diçe.''
Kanat bi berdewamî bi bîr xist ku armanca pêşî ya greva birçîbûnê pêkanîn kêfî yên li Îmraliyê ne, ku ev pêkanîn di serî de pirsa Kurdan tesîra xwe li ser gelek pêkhateyan dike û fikaran bi wan re çêdike. Kanat got, ''Ti bingehekî yasayî yê wan pêkanîna nîne ku li Imraliyê li ser Rêzdar Ocalan û mehkûmên din ên li wir tê bicihanîn. Dewlet li ser vê mijarê deryasayî tevdigere. Her wiha grêvên birçîbûnê têkiliya xwe bi binpêkirina mafan ên giran jî hene ku li girtîgehan rûdidin.''
Kanat bi berdewamî diyar kir ji bo ku grêva birçîbûnê biqede tişta hewce ew e ku dewlet yasayên xwe bi cih bîne. Kanat got, ''Em dibêjin dewletê li gorî yasayên xwe biçe, ji wan gavan ku mafê mirovan radikin biqerin, dev ji binpêkirina mafan biqerin, dengê xwe li wan sazî, rêveber û xebatkarên xwe bikin ku li ser vê mijarê şaşiyê dikin. Rê pir basît e; rakirina tecrîda li Imraliyê û gavên ku dewlet jê berpirs e bavêje, dev ji polîtîkaya zextê biqere. Çareseriya herî bimantiq a ji bo grêvên birçîbûnê ev e.''