Girtiyên zarok dest bi greva birçîbûnê kirin

Girtiyên zarok ên li Girtîgeha Zarokan a Girtî ya Yayladag a Hatayê û Girtîgeha Zarokan a Girtî ya Denîzliyê tên girtin, li dijî zext û zordariyê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Zarokên keç ên li Girtîgeha Zarokan a Girtî ya Yayladag a Hatayê tên girtin, li dijî mercên girtîgehê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger a 3 rojan kirin.

Hat ragihandin ku zarokên li Girtîgeha Zarokan a Girtî ya Denîzliyê jî wê tevlî greva birçîbûnê bibin. Yek ji zarokên tevlî greva birçîbûnê bibe li ser binpêkirina mafên mirovan a li Girtîgeha Zarokan a Denîzliyê bi rêya malbata xwe agahî da. Zarok anî ziman ku gardiyanên mêr timî bi rêk û pêk îstîsmara zayendî li wan dikin.

Zarok diyar kir ku li Girtîgeha Yayladagê, li ser zarokekê hatiye ferzkirin ku xwe tazî bike û bi vî rengî lê bigerin û ji ber ku zarok li dijî vê li ber xwe daye, cezayê hucreyê lê hatiye birîn.

Zarok da xuyakirin ku eger şert û mercên li girtîgehê neyê sererastkirin wê greva birçîbûnê bidomînin.