Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Trabzon alîkarî ji Şengalê re şandin

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Trabzon alîkarî ji Şengalê re şandin

Girtiyên ji doza PKK’ê yên li Girtîgeha Sergirtî Tîpa E ya Trabzon  ji bo gelê Şengalê alîkariya pereyan kirin, gotin: “Xwedîderketina li gelê Şengal û Rojava xwedîderketina li Kurdistanê ye. Em bang li gelê xwe dikin da ku hemû derfetên xwe seferber bikin û berpirsiyartiyên xwe yên dîrokî bînin cih.”

Girtiyên ji doza PKK’ê yên li Girtîgeha Sergirtî Tîpa E ya Trabzon dimînin 500 TL’yên di nav xwe de kom kirin, bi rêya Parlamenterê Şirnexê yê HDP’ê Faysal Sariyildiz  gihandin Koordînasyona Şengalê. Di nameya ku têkildarî alîkariyê ji Sariyildiz re hat şandin de wiha hat gotin, “Hêzên hewl didin Rojhilata Navîn li gor berjewendiyên xwe yên gerdûnî û herêmî ji nû ve tê şeklkirin, gelên bindest û baweriyên cuda bûne qurbanê van koman.”

‘DILÊ ME LI ŞENGAL Û ROJAVA LÊ DIDE’

Girtiyan diyar kirin ku tevî derfetên xwe yên kêm dixwazin destên xwe yên alîkariyê dirêjî gelê Şengalê bikin û ev bang kirin: “Li hemberî van êrîşên ku gelê Kurdistan dike armanc divê em yekbeden bin. Xwedîderketina li gelê Şengal û Rojava xwedîderketina li Kurdistanê ye. Em bang li gelê xwe dikin da ku hemû derfetên xwe seferber bikin û berpirsiyartiyên xwe yên dîrokî bînin cih. Wek girtiyên siyasî tevî dîwarên sar û bi hezaran kîlometreyên di  navbera me de jî dilê me di serî de ji bo Şengal, Rojava û tevayî Kurdistanê lêdide.”