Girtiyên sirgûnî Sîncanê kirin: Ewlekariya ruhê me nîne

Girtiyên ji Girtîgeha Tîpa F a Kirkkaleyê sirgûnî Girtîgeha Sîncanê kirin diyar kirin ku ji 2’yê Cotmehê û vir ve bi hinceta şewba vîrûsa koronayê xistine nava hucreyên yek kesî. Girtiyan ragihandin ku zexteke yekcar li wan tê kirin.

Hat hînbûn ku ji 80 girtiyên di 2’yê Cotmehê de bi hêceta “ewlehiyê” ji Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê sirgûnî girtîgehên cuda hatine kirin, 25 ji wan birine Girtîgeha Sîncanê. Girtiyên ku sewqî Girtîgeha Sîncanê hatine kirin ji 2’yê Cotmehê ve bi hêceta pandemiyê di hucreya yek kesî de tên girtin.

Bager Sayak û Azîz Aktaş ên sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê hatin kirin, bi telefonê bi malbatên xwe re axivîn û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Li gorî agahiyên Aktaş û Sayak ji malbatên xwe re ragihandine, di hucreya yek kesî ku lê dihatin ragirtin de kincên wan ên şexsî, ketil, pirtûk û rojname jî nedane wan. Sayek û Aktaş diyar kirin ku her şev bi ser qawişên wan de tê girtin û wiha gotin: “Ewlehiya canê me nîne. Gardiyan ji nîvê şevê heta serê sibê devriye diavêjin û ligel sirûdan xebera ji me re dibêjin. Nahêlin em razin jî.”

Birayê Aktaş, Mahmût Aktaş têkildarî mijarê ev agahî dan: “Bi rastî jî rewş pir xedar e, heke li birayê min ev qas zext nehatibûya kirin, teqez ji me re parve nedikir. Em pir bi fikar in. Ji xwe cezayên muebbetê dane, em ji van pêkanînên dijmirovahî pir bifikar in. Em dixwazim ew li gorî edalet û hiqûqê tevbigerin. Heke wiha nekin ez ê biçim girtîgehê û dest bi çalakiya rûniştinê bikim.”

Her wiha Aktaş, bi lêv kir ku tiştên girtiyên ji Kirikkaleyê sewqî Sîncanê hatine kirin, nedane wan.

Li ser vegotinên malbatan em li rêveberiya girtîgehê geriyan lê kesî bersiv  neda telefonên me. Li aliyê din hat hîn bûn ku wê di rojên pêşiya me de parêzer biçin serdana girtiyan.