Girtiyên nexweş divê bên berdan
Li Enqere û Stenbolê bal kişandin ser rewşa girtiyên xweş. Hate diyarkirin ku girtiya nexweş Makbûle Ozbek a 72 salî di bin rîskeke mezin de ye.
Li Enqere û Stenbolê bal kişandin ser rewşa girtiyên xweş. Hate diyarkirin ku girtiya nexweş Makbûle Ozbek a 72 salî di bin rîskeke mezin de ye.
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî di hefteya 306’emîn de çalakiya ji bo girtiyên nexweş li dar xist. Daxuyanî li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê pêk hat. Di civînê de Rêvebera Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen axivî û got: “Li girtîgehan binpêkirina mafan didome. Gelek girtî ji ber nayên berdan û nayên dermankirin jiyana xwe ji dest didin.”
Çevîrmen anî ziman ku bi qasî komeleya wan li Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa T a Afyonê tespît kiriye 26 girtiyên nexweş lê hene û 8 girtiyên rewşa wan giran û divê demildest werin tahliyekirin û dermankirin hene. Çevîrmen navê girtiyên nexweş ên rewşa wan giran e û nexweşînên wan rêz kir. Çevîrmen got rewşa Adem Yamaç, Memdûh Kiliç, Şevket Bîlîcî, Selçûk Yildizhan, Abdullah Ongullu, Haydar Nama, Akîf Îpek, Habîl Ermen di xetereyê de ye û xwest ev girtî demildest werin berdan.
STENBOL
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 434’emîn de çalakiya “Rûniştina F” ji ber vîrûsa koronayê online li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de mafzanan bal kişand ser rewşa Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek a 72 salî ku demek beriya niha li Amedê hatibû girtin û xwestin demildest were berdan.
Endamên Komîsyonê Nûray Şîmşek û Mehmet Acettîn bi hev re daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat diyakirin ku dayika Makbûle Ozbek yek ji wan dayikan e ku damezrînera Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ye û ji ber ku du zarokên wê tevlî PKK’ê bûne cara ewil di sala 1998’an de tê girtin û piştî du sal û nîvan tê berdan. Di daxuyaniyê de hat gotin ev cezayê wê tê erêkirin û ji ber vî cezayî di sala 2010’an de dîsa tê girtin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Ozbek li Girtîgeha Jinan a Amedê di hucreyekê de bi tenê tê ragirtin û herî dawî ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk aniye diyar kiriye ku rewşa wê nebaş e û di xetereyê de ye û li gel parêzerên wê serlêdana berdanê kirin jî lê bi gumana “revê” hatiye redkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ew dixwazin bêyî ku rewşa Makbûle Ozbek girantir bibe û nexweşên dîtir lê peyda bibin demildest were berdan.