Girtiyên MLKP’ê piştgirî da gelê Rojava

Girtiyên MLKP’ê piştgirî da gelê Rojava

Girtiyên ji doza MLKP'e tên darizandin ji bo piştgiriya gelê Rojava hezar û 650 TL pere kom kirin.

Platforma Dengê Girtî û Nemiran (OTSP), li şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anî. Patformê di daxuyaniyê de diyar kir ku, girtiyên MLKP'ê yên Girtîgehên Tîpa F yên Hêjmar 1 û 2 yên Tekîrdagê, Tîpa F a Kiriklara Îzmirê, girtiyên Tîpa F a Kirikkaleyê û Tîpa M a Gebzeyê ji bo piştgirî û piştevaniya Gelê Rojava hezar û 650 TL pere kom kirine.

Li ser navê Platformê Munevver Îltemur anî zimanku, girtiyên MLKP'ê ji bo tevkariya Gelê Kurdistana Rojava 2 mehin ji xwarin û vexwarina xwe kom dikin û hezar û 650 TL kom kirine. Îltemûr da zanîn ku, girtiyan anîne ziman ku ew bi her awayî bi gelê Rojavayê Kurdistanê re ne. Îltemur destnîşan kir ku, Komara Tirkiyeyê dixwaze Gelê Kurdistana Rojava bê vîn û hêz bihêle û belav bike û wiha got: "Em bang li her kesî dikin ku di çarçoveya kampanya HDK'ê de her kes alîkarî û piştgiriyê bide Gelê Rojava.