Girtiyên li Tarsûsê: Bi elektrîkê êşkence li me kirin
Ji girtiyên li Tarsûsê Hadî Elçîçek bi rêya telefonê bi kurê xwe re axivî û diyar kir ku ji 7'ê Kanûnê êşkence li wan tê kirin û got, "Bi elektrîkê êşkenceyê li me dikin."
Ji girtiyên li Tarsûsê Hadî Elçîçek bi rêya telefonê bi kurê xwe re axivî û diyar kir ku ji 7'ê Kanûnê êşkence li wan tê kirin û got, "Bi elektrîkê êşkenceyê li me dikin."
Ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Tarsûsê her roj agahiyên nû yên li ser êşkenceyê tên. Ji girtiyan Hadî Elçîçek roja 16'ê Kanûnê bi kurê xwe Serkan Elçîçek re bi rêya telefonê axivî û qala tiştên tê serê wan kir. Elçîçek anî ziman ku bavê wî jê re gotiye, "Bi rengekî kêfî li nava qewîşa me digerin. Di dema jimartinê de li ser me ferz dikin ku em bikevin rêzekê. Dema em vê qebûl nakin jî li me didin û êşkenceyê dikin. Bi elektrîkê êşkenceyê li me dikin. Li qewîşê 7 kes hene û vê êşkenceyê li me hemûyan dikin. Em bang li raya giştî dikin ku di vî warî de baldar û hişyar be."