Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê dest bi greva birçîbûnê kirin

Girtiyên siyasî yên ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê, ji bo gelek daxwazên rakirina pêkanînên keyfî, tecrîd û binpêkirina mafan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Hate zanîn ku girtiyên li Girtîgaha Tîpa F a Wanê dest bi greva birçîbûnê ya bi dorveger kirine. Li gorî agahiyên hatî bidestxistin, çalakiya greva birçîbûnê ya di roja 2’an de, bi komên 6,7 kesî wê 10 rojî bi dorveger dom bike.

Daxwazên girtiyan ev in:

“Li dijî girtiyên siyasî yên li girtîgehê ji girtiyên din tên îzole kirin, binpêkirinên mafan û bi dawî kirina tecrîdê, rakirina têlên li pêşiya qawûşên wan, rakirina lêgerînên keyfî yên di hevdîtinên vekirî û girtî de, radyoyên di rewşa awarte de hatibûn komkirin dûbare were dayîn, zêdekirina dema bêhndanê ya girtiyên cezayê heta hetayê lê hatî birîn, careke din girtiyên siyasî û yên din nexin li heman korîdorê, bi awayekî keyfî astegkirina civînên li du groban guhertina odayan bidawî bikin.”

Hate ragihandin ku heta daxwazên hemû girtiyên ku ketine gireva birçîbûnê pêk neyên wê çalakiya xwe bidomîn in.