Girtiyên li girtîgeha Sîlîvriyê dest bi greva birçîbûnê kirin
Girtiyên li Girtîgeha Hejmara 9. a Sîlîvriyê, ji bo zexta lixwekirina kincê ji yekrengî şermezar bikin, dest bi greva birçîbûnê ya hefteyekê kirin.
Girtiyên li Girtîgeha Hejmara 9. a Sîlîvriyê, ji bo zexta lixwekirina kincê ji yekrengî şermezar bikin, dest bi greva birçîbûnê ya hefteyekê kirin.
Li girtîgehên Tirkiyeyê berxwedana li dijî zexta lixwekirina kincê ji yekrengî mezin dibe. Yek ji van girtîgehan jî Hejmara 9. a Sîlîvriyê ye.
Eşkere bû ku girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Hejmara 9. a Sîlîvriyê ji duh ve dest bi greva birçîbûnê kirine û grev wê hefteyekê dewam bike.
Girtiyan bi rêya malbatên xwe yên 4'ê Çileyê roja Pêncşemê serdana wan kirin ragihandin ku wê lixwekirina kincê ji yekrengî qebûl nekin.
Dayika girtiyekî Ayfer Altûn ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku kurê wê Ûmût Gunduz Altûn jî di nav de 50 girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kirine.