Girtiyên li Bolû yê: Bersiva me ya ji bo ‘yek ciliyê’ berxwedan e
Ji girtiyên PKK’yî yên li Bolû yê Ergîn Atabey, diyar kir ku zextên li girtîgehan zêder bûne û destnîşan kir ku wê li dijî ‘yek ciliyê’ berxwedanê pêş bixin.
Ji girtiyên PKK’yî yên li Bolû yê Ergîn Atabey, diyar kir ku zextên li girtîgehan zêder bûne û destnîşan kir ku wê li dijî ‘yek ciliyê’ berxwedanê pêş bixin.
Girtiyê PKK’yî yê li Girtîgeha Tîpa F a Bolû yê Ergîn Atabey, bi boneya serê salê di hevdîtina bi malbatê re kirî de, îxlalên mafan vegot.
‘DIXWAZIN PÊŞIYA BERXWEDANÊ BIGIRIN’
Atabay bi rêya malbatê ev tişt anî ziman:
“Di demê dawî de bi hatin midûrên nû yên ji bo girtîgehan zext û êşkence zêde bûne. Li ser me disepînin ku dema hevdîtinê de divê kart û dema hevdîtina bi malbatê re jî neçarî ku xwe bidî naskirin. Hevrêyên ku van pêkanînan bi cih neînin dixin hucreyan. Dîsa hevrêyên me dixin koqîşên nêzî Feto û hîzbûlahan. Bi van kiryaran armanc dikin ku pêşiya berxwedanên li nava girtîgehan pêş bikevin girtine.
‘WÊ ALA WAN NEKEVE ERDÊ’
Her wiha ji bo pêkanîna sîstema yek cilî girtîgeha Bolû weke cihê yekem hatiye hilbijartin û yên ku vê pêk neînin wê rê neyê dayina hevdîtina bi malbat, bi rêya telefon û name bigire. Li ser vê me nirxandin kir. Lê divê di serî de raya giştî û her kes baş bizanibe; wê li dijî kiryarekî wiha helwestê me bi ti awayî neyê guhertin û wê berxwedan be. Bila vê her kes baş bizanibe em ê li ser xeta Mazlûm Dogan, Kemla, Xeyrî, Akîf, Alî Çîçek û Çaran bi biryardarî bimeşin. Çawa ku pêşengên berxwedana Amedê teslîmyet red kirin û serkeftin bi dest xistin, çawa ku di kesayeta Esad Oktay de rejîma faşîst a 12’ê Îlonê têk birin, bila gelê me vê yekê baş bizane me jî wê ala wan a berxwedanê li erdê nehêlin.”