Girtiyên li Baybûrt û Tarsûsê çi dijîn?

Diyar bû ku li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Tîpa M’yê ya Babûrtê û Tîpa T ya Tarsûsê binpêkirinên mafê mirovan ên giran pêk tên.

Berîvan Bayindir, diyar kir ku li Girtîgeha Baybûrtê tif li xwarina girtiyan tê kirin û kêzikan dixin nav xwarinê û tê xwestin ku belgeya “em poşman in” bi wan bidin îmzekirin.

Li Girtîgeha Tîpa M a Jina ya Baybûrtê girtiya bi navê Berîvan Bayindir, binpêkirinên mafan û zextên ku li girtîgehê bi wan re rû bir û dimînin ji malbata xwe re got.

Malbata Bayindirê, diyar kir ku berî bidawîbûna Rewşa Awarte midûrê girtîgehê hatiye guherandin û paşê binpêkirinên mafan zêdde bûne.Malbatê, anî ziman ku Bayindir gotiye 3-4 nehan mafê wan ê hevdîtina vekirî hatiye binpêkirin. Malbatê got, herî dawî wan di Cejna Qurbanê de keça xwe dîtiye.

‘KÊZIKAN DIXIN NAV XWARINÊ’

Bayindir, di mafê xwe yê hevdîtina telefonê yê vê hefteyê de ji malbata xwe re got: “Tifî nav xwarinê dikin û kêzikan dixin nav xwarinê. Lêgerîna tazî li me ferz dikin. Dest datînin ser pirtûkên me û nameyên me. Ji nişka ve davêjin ser qawîşan, amûrên me belawela dikin û heqaretê li me dikin. Bi tu awayî tiştek nayê gotin. Hevdîtinên me yên telefonê tên sînordarkirin. Di dema hevdîtina vekirî de ku em  hemû bi hev re diçin, niha vê yekê bi 4 kesan sînordar kirine. Nahêlin em silavê bidin malbatên hevalên xwe. Dema em silavê bidin girtekê dinivîsinin. Nahêlin em biçin cihê hewastandinê, sporê bikin. Sewqên me yên nexweşaxaneyan nayên kirin an jî dereng tên kirin. Li nexweşxaneyê bi awayekî kelemçekirî muayeneye li me ferz dikin. Nahêlin em encamên tehlîlan bistînin. Der barê nexweşîna me de agahiyan andin. Dixwazin em belgeya ‘em poşman in’ îmze bikin. Sîxurtiyê li hevalên me ferz dikin.”

TARSÛS

A.Y. ku ji Girtîgeha Tarsûsê hat berdan diyar kir ku li girtîgehê binpêkirina mafan ên giran diqewime û dermankirina girtiyên nexweş tê astengkirin.

Li Girtîgeha Kampûsa Tarsûsê ya li herêma Çukurovayê girtîgeha herî mezin e, binpêkirina mafan sînoran nas nake û nizane rawestandin çi ye. Di asta herî jor de binpêkirina mafan pêk tê. 3 jê girtîgehên tîpa T ne yek jî ya zarokan yek jê ya jinan û bi giştî 6 girtîgeh di hundirê vê kampûsê de ne. A.Y. ya demek beriya niha ji Girtîgeha Tarsûsê hat berdan behsa binpêkirina mafan kir.

DU GIRTÎ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE

A.Y. destnîşan kir ku li Girtîgeha Jimarên 1, 2 û 3 yên Tîpa T a Tarsusê binpêkirina mafan ên micid diqewimin û got: “Remzî Akyurek û Suncan Gedîk 15 roj in di greva birçîbûnê ya bê dem de ne. Ji bo binpêkirina mafan bi dawî bibe û tecrîd bê rakirin di greve de ne. Hevalên din jî dê dorveger destek bidin greva birçîbûnê.”

AVA WÊ NAYÊ VEXWARIN

A.Y. da zanîn ku nexweş nayên dermankirin û got: “Tevî ku sewqên hevalên girtî yên nexweşxaneyan tên derxistin jî lê wan nabin. Ava girtîgehê nayê vexwarin. Bêhna pîs jê tê. Ji roja ewil ve av wisa ye. Lê em neçarbûn wê avê bikar bînin. Me bi pereyê xwe av dikirî û vedixwar.”

‘ÎŞKENCEYÊ DIKIN’

A.Y. anî ziman ku girtiyên ji doza PKK’ê bi girtiyên DAÎŞ û FETO re derdixin hevdîtinan û her tim gardiyan li pey provokasyonan e. A.Y. got her tim cezayê dîsîplînê li girtiyan dibirin û gardiyan her tim di bin navê lêgerînê de îşkence li girtiyan dikin.

Li ser îdayan em li rayedarên girtîgehê geriyan lê bersiv nedan telefona me.