Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê dikevin greva birçîbûnê

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê, ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, qedandina binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan û bidawîkirina şewitandin û xerakirina gundan, dikevin greva birçîbûn. Çalakî wê bi dorvegerî pêk were.

Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên li Tirkiye û herêmê Denîz Kaya daxuyanî da. Kaya da xuyakirin, ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, qedandina binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan û dawîanîna li şewitandin û xerakirina gundan, ew di 15'ê Adarê de dikevin grevê. Kaya ragihand, wê çalakî heta 15'ê Nîsanê dewam bike û 5 rojan carekê bi dorvegerî were lidarxistin.

Kaya da zanîn, ku desthilatdariya AKP'ê piştî 15'ê Tîrmehê li Tirkiye Rewşa Awarte îlan kiriye û hemû Tirkiyeyê bi rejîma Rewşa Awarte bi rêve dibe. 

Kaya anî ziman, pêkanînên rejîma Rewşa Awarte li zindana Îmraliyê jî pêk tê û wiha got: "Li Zindana Îmraliyê tecrîda ku di cîhanê de şekl û şemalê wê tine tê meşandin. Tecrîd û îzolasyona ku li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin, gav bi gav li hemû zindanên din jî belav dibe. Malbat û parêzerên Rêberê me tên astengkirin. Vê astengiyê li hemû girtîgehên din jî belav dikin. Li zindanan ewlehî û garantiya jiyana kesî tine ye. Her roj ji girtîgehekê sirgûnî girtîgehek din dikin. Di ketina girtîgehan de girtiyan bi zorê tazî dikin û li ser wan lêgerîn dikin. Li girtî di ketin û derketina girtîgehan de îşkenc tê kirin. Bi ser odeyan de digirin û hemû alav û amûrên girtiyan desteser dikin. Nameyên ku bi Kurdî tên nivîsandin wekî zimanê nayê zanîn bi nav dikin û desteser dikin. Pêkanînên li girtîgehan ji darbeya 12'ê Îlonê derbastir kiriye." 

BANGA MALBATAN 

Kaya, bang li malbatên girtiyan jî kir û wiha got: "Em bang li hemû malbatên xwe yên girtiyan dikin ku li dijî tifaqa AKP-MHP a referandûmê dengê 'NA' bilind bikin. Dîsa em dixwazin têkoşîna xwe li her derê mezin û belav bikin. Wê li hemû girtîgehan bi komên 3 - 5 kesan di navbera 15'ê Adarê û 15'ê Nîsanê de bi awayekî 5 rojan dorveger mehekê çalakiya greva birçîbûnê pêk bînin. 

Kaya, bang li gel kir ku bi piştgiriya xwe têkoşînê xurt bike.