Girtiyên ji doza MKP’ê ji bo Rojava ketin greva birçîbûnê

Girtiyên ji doza MKP’ê ji bo Rojava ketin greva birçîbûnê

Girtiyên ji doza MKP’ê yên li Girtîgeha Tîpa F a Jimar 2 ya Kocaeliyê dimînin, ji bo şoreşa Rojava silav bikin û êrîşên li dijî gelê Rojava şermezar bikin, ketin greva birçîbûnê.

Girtiyên ji doza MKP’ê bi riya parêzerên xwe agahî dan û aşkera kirin ku, dest bi greva birçîbûnê kiriye. Hat ragihandin ku, greva birçîbûnê ji bo silavkirina şoreşa Rojava û ji bo êrîşên li dijî gelê Rojava şermezar bikin greva birçîbûnê dane destpêkirin. Hat gotin ku, dê çalakiya greva birçîbûnê 3 rojan bidome.