Girtiyên di greva birçîbûnê de ne bang kirin

Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a li Girtîgeha Şakranê di roja 20. de ye. Girtiyên di grevê de ne bi rêya parêzerên xwe peyamek şandin û bang li raya giştî kirin.

Girtiyên li Girtîgeha Şakranê ya Alîaga ya Îzmîrê, ji bo dawî li binpêkirina mafên mirovan bê anîn, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û azad bibe, ev 20 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

Girtiyan bi rêya parêzerên xwe peyamek şandin û qala sedemên çalakiya xwe kirin.

Peyama girtiyan wiha ye:

"Weke girtiyên ji doza PAJK û PKK'ê, ji 15'ê Sibatê û vir ve em di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Ji bo tecrîda li ser Rêberê me û Rewşa Awarte bê rakirin û danûstandinên çareseriyê bên destpêkirin, em 8 mêr û 5 jin ketin greva birçîbûnê. Li girtîgehên din jî girtî li pey hev tevlî çalakiyê dibin. Pêkanînên dema dawî yên bi Rewşa Awarte û Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de ketine meriyetê, ne yên xwelêragirtinê ne. Em bang li tevahiya gelê xwe û raya giştî dikin, ku bala xwe li ser mijarê be. Girtiyên PKK û PAJK'ê."