Girtiyên angarya qebûl nekirin rastî cezayê dîsîplînê hatin
Girtiyên angarya qebûl nekirin rastî cezayê dîsîplînê hatin
Girtiyên angarya qebûl nekirin rastî cezayê dîsîplînê hatin
10 girtiyên li girtîgeha Vekirî ya Amedê ne û li edliyê wek çayvan dixebitin,ji ber ku dolabên di depoya edliyê de nekişandin, cezayê dîsîplînê girtin û şandin girtîgeha E ya Amedê. Dadgehê înfazê li îtîraza ku hat kirin, biryara şandina girtîgeha vekirî ya 10 girtiyan da. Lê girtiyên şandin girtîgeha vekirî, ji bo xebitandinê neşandin edliyeyê.
Hinek girtiyên ku li girtîgeha Vekirî ya Amedê diman, ji ber ku salek kêmtir cezaya wan mabû wek çayvan li avahiya edliyê dan xebitandin. Hukumxwarên di saeên mesayiyê de li katên ku dozger û dadger diman di ocaxên çayê de dixebitin. Di qedandina mesayiyê de jî dbigin girtîgehê. Li gorî îdiyana hikumxarên li edliyê dixebitin, meha borî jê hatine xwestin ku hinek dolabên di depoyê de bikişînin. Ji hikumxwarina 10 heban îtîrazê vê kirin û gotin karê wan çayvaniye.
Girtiyên li girtîgeha vekirî cezayên xwe dikişandin, ji ber ku ev daxwaz red kirin ji aliyê midûriyeta girtîgehê ve rastî cezayê dîsîplînê hatin û şandin girtîgeha Tîpa E. Parêzerên wan ji bo îtîrazê serî li Dadgeriya Înfazê da. Dadgeh serlêdan nirxand û cesa bê maf dît. Ji bo rakirina ceza 10 girtî ji nûve şandin girtîgeha vekirî. Hat hînbûn ku ev girtî ji nûve neşandine edliyê.