Girtiyê siyasî Remezan ev hefteyek bû dihate êşkencekirin

Girtiyê siyasî yê Kurd Kemal Hesen Remezan ê cezayê darvekirinê lê hatibû birîn û 7’ê Îlonê ji bo ciheke nediyar hatibû veguhestin, piştî êşkenceya bi hefteyekê vegerandin Girtîgeha Ûrmiyê.

Hat zanîn ku girtiyê siyasî yê Kurd Kemal Hesen Remezan ev hefteyek bû ku ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bi hinceta tevlî çalakiyên protestoyî û greva girtiyên siyasî bûye, veguhestibûn nawendeke lêpirsînê ya bajarê Ûrmiyê û êşkenceyeke giran lê kiribûn.

Li gorê rapora saziya Mafên Mirovan a Kurdistanê diyar kir ku girtiyê siyasî roja 7 Îlonê veguhestine nawendeke lêpirsîna ewlekariyê ya li bajarê Ûrmiyê û bi qasê hefteyekê di hucreya takekesî de bi awayekî kelepçekirî hatiye ragirtin û mehmûrên girtîgehê êşkenceyeke hovane lê dikin.

Rayedarên girtîgehê eşkere kirine ku Remezan ji ber tevlî çalakiyên protestoyî , grevê girtiyên siyasî û ayînî bûye veguhestine nawenda lêpirsînê.

Hêjayê gotinê ye ku roja 6 Îlonê di dema lêgerîna qayîşa girtiyên siyasî de, hêzên taybet ê girtîgehê dest bi lêgerîn, têkdan û desteserkirina kelûpelên girtiyên siyasî û ayînî kiribûn, rastî nerazîbûn û greva çend seetan a girtiyan bibûn.

Rêxistina Efrûyê ya Navneteweyî li ser bi awayekî lez û bez veguhestina girtiyê siyasî Remezan a ji bo navenda lêpirsînê ya girêdayî Îtîlaata Sîpahê ya Ûrmiyê û metirsiya bicihanîna cezayê wî daxuyaniyek dabû û diyarkiribû divê cezayê girtî bê betalkirin û nerazîbûna xwe nîşan dabû.

Girtiyê siyasî Remezan beriya niha jî di meha Kanûna 2016’an bi qasê 8 rojan, Sibata 2017’an bi qasî 10 rojan û Kanûna 2017’an bi qasî 7 rojan, Tebaxa 2018’an bi qasî 8 rojan û Hezîrana 2019’an de bi qasî hefteyekê ji navendên lêpirsînê yên Îdareya Îtîlaatê û rêxistina Îtîlaata Sipahê ya Ûrmiyê re hatiye weguhestin. Armanca van veguhestina ew e ku bi îfadeyên sext û çêkirî sûc û dozên nû li girtî bidin pejirandin.

Girtiyê siyasî yê Kurd Kemal Hesen Remezan ku 33 salî ji bajarê Serêkaniyê ya girêdayî Kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê ye. Di 28’ê Tebaxa 2014’an ji aliyê hêzên ewlekariyê li Ûrmiyê hatibû destgîrkirin û piştî lêpirsîneke 4 mehî ya li navendên îttîlaata Sipah û wezareta îttîlaatê ya li Ûrmiyê hate lêpirsîn, ji girtîgeha navendî ya bajêr re hatibû weguhestin.

Di Tebaxa 2015’an de ji aliyê şaxa 2 a Dadgeha Şoreşê ya Ûrmiyê bi hinceta endamtiya Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) 10 sal ceza girtîgehê lê hate birîn û ev biriyare piştî demeke kurt, li gorî destûra dadgeha bilind cezaya wî daket 7 salan.

 Di nava çend salên bihorî de rexmê ku biriyara dawî ya dedgehê hatiye dayîn jî, lê girtiyê siyasî çar caran ji navendên lêpirsînê bi hinceta kuştina endameke Sipahê Pasdaran a Havîna 2011’an lêpirsîn lê hatine kirin.

Di meha Nîsana 2017’an de ji aliyê beşa pêkanîna cezayên girtîgeha navendî ya Ûrmiyê hatiye vexwandin û jê re hatiye gotin ku biriyara cezaya darvekirinê li ser hatiye girtin. Beriya niha di meha Cotmeha 2011’an ev biriyare bi awayeke nerasterast ji hêla Şaxa 3’emîn a Dadgeha Şoreşê ji bo kesek bi navê “Kemalê Sor” hatibû ragihandin, lê Kemal Hesen Remezan ji ber ku navê wî dişibe navê wî kesî ji aliyê Wezareta Îtîlaatê weke “Kemalê Sor” hate binavkirin û li ser vî esasê cezaya darvekirinê li wî dibirin.