Girtiyê siyasî Bariş Keve li girtîgehê hate kuştin

Girtiyê siyasî Bariş Keve li Girtîgeha Tîpa T a Akçadag a Meletiyê, li hucreya yek kesî ku hefteyek bû lê dihate hiştin, hate kuştin.

Bariş Keve (25) ê li Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa T a Akçadag a Meletiyê, li hucreya yek kesî hate kuştin.

Rêveberiya girtîgehê saet di 22:00 de li malbata Keve ya li navçeya Şax a Wanê geriya û îdîa kir ku Bariş Keve xwe kuştiye.

Malbata Keve ji Şaxê berê xwe da Meletiyê.

Kekê Keve Îlkkan Keve got, herî dawî 16'ê Îlonê roja Înê bi rêya telefonê bi Bariş Keve re axivî û rewşeke wî ya neyînî tune bû.

Keve ku der barê wî de cezayê 6 sal û 3 mehan hatibû birîn, li Edîrneyê hatibû girtin. Keve beriya 5 mehan sewqî Girtîgeha Akçadag a Meletiyê hatibû kirin. Hefteyek jî bi bahaneya 'sûcên dîsîplînê' ew xistibûn hucreya yek kesî.