Girtiyê siyasî Aydin Akiş dîsa hate sirgûnkirin

Girtiyê siyasî Aydin Akiş ku êşkence lê hatî kirin, ji Girtîgeha Nimro 1'ê ya Tekîrdagê sirgûnî Girtîgeha  Tîpa F'yê ya Bolûyê hate kirin.

Girtiyê siyasî  yê PKK'yî Aydin Akiş piştî êşkenceya li Girtîgeha Tîpa T'yê ya Duzceyê bi bayê bezê sirgûnî Tîpa F'yê ya Tekîrdagê hatî kirin, 4'ê Sibatê dîsa sirgûnî Girtîgeha Tîpa F'yê ya Bolûyê kirin.

Birayê Aydin Akiş, Alî Akiş got ji malbatên ku li Tekîrdagê xizmên xwe dîtine ew hîn bûye ku birayê wî sirgûn bûye.

TEHDE Û DIJÛNA DI RÎNGÊ DE

Akiş got bi polîtîkaya sirgûnê dixwazin girtiyên siyasî bipirnisînin, birayê wî yê bi cezayê miebetê û ev 12 sal in girtî ye, ev 5 car in tê sirgûnkirin. Akiş diyar kir beriya niha jî li Tîpa T ya Duzceyê ji ber ku qebûl nekiriye ku li ser piyan girtî hijmara xwe bidin êşkence lê hatiye kirin, kelepçe çep lêdane, qerdiyanan ew kirine hilçoyê Filîstînê, avêtine odeya bi singêr û ji wir sirgûnî Girtîgeha Tîpa F'yê ya Tekîrdagê kirine.

Akiş got hê du meh di ser re derbas nebûyî birayê wî vê carê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F'yê ya Boluyê kirine, di rîngê de êşkence lêikrine û doman, ''Weke ku ne bes be bêyî ku agahiyê bidin malbatan wan sirgûn bikin, bi ser de êşkenceyê li wan dikin. Piştî vê sirgûna dawî dema ku bi telefonê bi birayê xwe re axivîm, diyar kir, di rê de pir tehde lê hatiye kirin û dijûn lê hatine kirin.''
'DITIRSIM KU TIŞTEKÎ PÊ BIIN'

Akiş ê ku li Colemêrgê dijî, got ew ditirse tiştekî bi birayê wî bikin û got li gel girtiyên siyasî her wiha malbat jî têne mexdûrkirin.

Akiş got zilma ku li birayê wî hatiye kirin ji parêzeran jî gotiye, çawa jî be ew ê serdana birayê xwe bike û hîn bibe bê ka çi bi serê wî hatiye.