Girtiyê nexweş Vefa Kartal jiyana xwe ji dest da

Girtiyê nexweş Vefa Kartal li girtîgeha Edîrnê jiyana xwe ji dest da.

Di navbera salên 2017-2018’an de girtiyê nexweş Vefa Kartal ku li dijî binpêkirinên maf a li girtîgehan bi daxwaza tedaviyê ya ji ber nexweşiyên xwe rojiya mirinê û çalakiya birsîbûnê pêk anîbû, li girtîgeha Edîrneyê jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniya ku Navenda Giştî ya MED-TUHAD-FED’ê li ser hesabê xwe yê tweeterê parvekirî de hatiye diyarkirin: “Agahiya vefata girtiyê nexweş Vefa Kartal ji aliyê îdareya Girtîgeha Edîrneyê ji malbata wî re hatiye ragihandin. Beriya niha ji bo ku binpêkirinên mafan bi dawî bibe bi qasî 96 rojan ketibû greva birsîbûnê. Lê dîsa hemû hewldanên me bê encam man.”

Gelek nexweşiyên mîna hepatît B, prostat, zexta xwînê ya bilind, ûlser, pirsgirêka ruwî û alerjî yê Vefa Kartal hebû ku ew 26 salin girtî bû.

Ji bo rewşa Vefa Kartal ku pirsgirêkên wî yên cidî yên tendirûstiyê hebû, nexweşiyên verimîna damarên di navbera her du kerên mejiyê wî, Hepatît B, prostat, zexta xwînê ya zêde, ûlser, pirsgirêka ruwî û alerjî hatibûn destnîşan kirin lê tedaviya wê nehatibû kirin.

Ji ber wê jî girtiyê nexweş Kartal di 18’ê Tebaxê ya 2017’an de li girtîgeha tîpa F ya hejmara 1 a Îzmîrê  li dijî wê binpêkirina mafan kete greva birsîbûnê, di roja 114’an de çalakiya xwe bi dawî kiribû.

Encax vê carê Kartal bi mebesta dîtina tedaviyê, başkirina şertên girtîgehê, bi dawîkirina binpêkirinên mafan û zextan dest bi rojiya mirinê kiribû. Kartal çalakiya xwe di roja 96’emîn de bi dawî kiribû.