Girtiyê nexweş Şahabettîn Yucel jiyana xwe ji dest da

Girtiyê nexweş Şahabettîn Yucel jiyana xwe ji dest da

Hate hinbûn ku, girtiyê nexweşê penceşêra pişîkê yê bi navê Şahabettîn Yucel ê ku 7 meh berê li Konyayê di operasyona bi navê KCK'ê de hatibû girtin li Nexweşxaneya Numune ya hefteya borî lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Li gel zagona têkildarî dermanê girtiyên nexweş hate erêkirin gelek girtiyên nexweş di girtîgehan de tên girtin û ev yek dibe sedema mirina girtiyên nexweş. Hate zanîn ku, girtiyê nexweşê pencerşêra pişîkê yê bi navê Şahabettîn Yucel ê ku 7 meh berê li Konyayê di operasyona bi navê "KCK'ê" de hatibû girtin û hefteya borî li Nexweşxaneya Numune ya Enqere dihate dermankirin îna borî jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin ku, dema Yucel dihate dermankirin serî li Saziya Tipa Edlî lê saziyê rapor neda. Hate zanîn ku, cenazeyê Yucel li gundê wî hate definkirin.