Girtiyê nexweş Polat nayê dermankirin

Dermankirina girtiyê nexweş Ekîm Polat tê astengkirin. Dayik Songul Îlker got: “Divê raya giştî ji bo girtiyên nexweş bêdeng nemînin.”

Girtiyê nexweş Ekîm Polat (24) ku li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin, ji bo şert û mercên baş ên dermankirinê, di 1’ê Tebaxê de dest bi greva birçîbûnê kir. Polat, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê yên wekî tansiyona bilind di 10’ê Îlonê de navber dabû çalakiya xwe.  Li ser vê yekê jî Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê ji bo tedawîkirina Polat ji girtîgehê re daxwazname şand. Lê tevî serlêdana wezaretê şert û mercên dermankirinê yên Polat nehatin bicihanîn.

Dayika Polat, Songul Îlker ku ji bo daxwazên kurê xwe li ber Girtîgeha Denîzliyê dest bi çalakiya rûniştinê kir, nobeta xwe veguhest Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê.

Dayik Îlker ku çalakiya xwe li Stenbolê didomîne, duh li ser telefonê bi kurê xwe re axivî. Îlker da zanîn ku tevî daxwaznameya wezareta dadê jî şert û mercên dermankirinê yên Polat nehatin bicihanîn.

‘DIXWAZIN BIKUJIN’

Îlker got: “Tenê birine Nexweşxaneya Dewletê ya Denîzliyê û Nexweşxaneya Zanîngeha Pamukkalayê lê bêyî ku derman bikin vegerandine li girtîgehê. Nehiştine ku li nexweşxaneyê bimîne û dermankirina wî li wir bê kirin. Ev yek, hewldana cînayetê ye. Kurê min terkî mirinê kirin. Divê zûtir bihata dermankirin lê dereng man. Divê raya giştî li dijî vê bertek nîşan bide û ji bo girtiyên nexweş bêdeng nemînin. Gardiyanekî gef li kurê min xwariye û jê re gotiye; ‘Tu wê neyî dermankirin û ji vi tenê cenazeyê dikare derkeve.’ Ez ê giliyê wî gardiyanî bikim.”