Girtiyê nexweş Aydin taloke li ser heye ku qetîtkê xwînê bavêje

Emîne Aydin, dayika girtiyê nexweş Fatîh Ozgur Aydin ku li Girtîgeha Tîpa F’yê ya Kurkçulerê girtiye û ji ber lêgerîna kêfî ya li nav dev nabin nexweşxanê, got, kurê wê êşa wî ya singê û rajena zêde heye, hindik maye qetîtkên xwînê bavêje.

Girtiyê nexweş Fatîh Ozgur Aydin ê ku li Girtîgeha Tîpa F’yê ya Edene Kurkçulerê gritiye, ji ber ku qebûl nake li nav devê wî bigerin ev 6 meh in wî ranakein nexweşxanê.

Emîne Aydin ku çûyî serdana kurê xwe diyar kir rewşa tendiristiyê ya kurê wê girantir bûye, li gel nexweşiya Crohnê, her wiha êşa sîngê jî lê peyda bûye.

Aydin got, ‘’Sêşema bihurî çûme serdane Ozgur, rewşa wî qet ne baş bû. Ji ber nexweşiya Crohnê pir li xwe şikandibû. Got, tim singa wî diêşe. Piştî ku em çûne serdana wî bi du rojan rajena wî rabûye, hêla wî ya rastê teviziye. Li ser vê ew rakirine revînê, doktorê ku mieyena wî kiriye gotiye taloke heye ku qetîtkê xwînê bavêje. Beriya bi rojekê li yekîneya tendiristiyê geriyam. Gotine min kontrolên wî hatine kirin, ew ê wî bibin beşa Norolojî ya nexweşxanê. Piştî ku min bi bîr xist ji ber lêgerîna kêfî ya jandarma ya li nav devê kurê wî, wî ranekin nexweşxanê, weke ku tinazê xwe b imin bikin gotin, ‘’Ew bixwe naçe.’’

Aydin bi berdewamî diyar kir van 6 mehên dawî li nav deven girtiyan digerin, li ser vê mijarê xwestiye ku bi fermandariya jandarma re biaxive lê ev nehatiye qebûlkirin.

Aydin her wiha got ne tenê kurê wê, girtiyên nexweş ranekin nexweşxaneyan, vê tenê li ser girtiyên siyasî dikin û tam dema ku wê li wesayita rîngê siwar bikin jandarma ferz dike ku li nav devê wan bigere û ji bo ku girtî vê qebûl nakin wan ranekin nexweşxanê.

Dayik Aydin got rewşa kurê wê ne baş e, ew pir mitaleyan dike, banga bihistyariyê kir.