Girtiyê li Dîlokê got: Zextê, êşkencê li me dikin û êrîş dikin
Muhammet Bazencîr ê ku li Dîlokê girtiye diyar kir li girtîgehê zext û êşkencê li wan dikin û êrîşê bi ser wan de dibin.
Muhammet Bazencîr ê ku li Dîlokê girtiye diyar kir li girtîgehê zext û êşkencê li wan dikin û êrîşê bi ser wan de dibin.
Ji Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê Muhammet Bazencîr nameyek şande û zext û zordariya li girtîgehê vegot.
Bazencîr got, ‘’Beriya bi 9 mehan ji Girtîgeha Amedê em sirgûnî Girtîgeha Tîpa L ya Dîlokê kirin. Ji roja ku em anîne vir bi rengekî sîstematîk zext û zordariyê li me dikin.’’
Bazencîr diyar kir bi navê ‘lêgerîna tazî’ êşkenceyê li wan dikin, dema ku li dijî vê derdikevin jî li wan dixin. Bazencîr diyar kir, rêveberiya girtîgehê tehdê li girtiyên nexweş dike û diyar kir xebatên qada hevpar hatine astengkirin, dema ku malbat diçine serdana wan malbatan tacîz dikin û ji bo kêşeyên wan ti muxatab jî nîn in.
‘LI NEXWEŞAN NANERIN’
Bazencîr wiha domand: ‘’Ji roja ku em hatine vir û heta niha ‘lêgerîna tazî’ ku weke nêzîkatiya şikandina vîn û rûmetê tê dîtin, li ser me hate ferzkirin. Di vê mijarê de me serî li midûrîyeta girtîgehê, Serdozgeriya Komarê û Wezareta Dadmendiyê da lê ti çareserî pê ve nehat. Kêm jî dema ku hevalên nû tînin cem me wan tazî dikin û ser wan seh dikin. Dema ku em li dijî vê derdikev jî bi fizikî dest li me didin, cezayê qulikê û disîplînê didine me.
Li girtîgeha ku em lê ne ji 10’an zêdetir hevalên me yên nexweş û bi temen hene. Heta niha bi xweşî li van hevalên me yên nexweş nenerîne. Sewkên wan ên ji bo nexweşxaneyê tim texîr dikin. Her wiha dermanên wan jî dereng didin. Dema ku tedawî jî dikin, li ser piyan tenê dibêjin ‘çi bela te ye?’’ û hew. Derman bi piranî bi modullê tînin, bi dehan caran li gel ku me gotiye li me nehatin jî divê mijarê de bi ya xwe dikin.’’
TECRÎD, TACÎZ HEYE LÊ MUXATAB NÎN E
Di nameyê de bi berdewamî tê gotin girtî hatine tecrîdkirin, xebatên qade hevpar hatine rakirin. Ti têkiliya wan bi hevalên wan re nemaye. Li ser derî û cihê ku hewayê lê distînin jî bi paçên reş girtine û bi vî rengî nahêlin ku hevalên xwe bibînin.
Her wiha bi berdewamî di nameyê de hate gotin ku malbatên wan dema ku têne serdana wan malbatan tacîz dikin, zarokên biçûk jî tazî dikin û serdanê li me û malbatê diherimînin. Malbat her çendî dixwazin di vê mijarê de bi rêveberiya girtîgehê re hev bibînin bi wan re narûnin.
Bazencîr herî dawî got wan gelek caran ji bo çareserkrina van probleman serî li rêveberiya girtîgehê dane lê muxatab ji xwe re nedîtine û bi vî rengî wan tecrîd dikin, dixwazin vîna wan bişkînin.