Girtiyê ku pêlava xwe xwestiye lêdan xwar
Girtiyê ku pêlava xwe xwestiye lêdan xwar
Girtiyê ku pêlava xwe xwestiye lêdan xwar
Girtiyê Gezî Mûrat Akinci, dema pirsî 'çima pêlava sporê ya malbata wî jê re şandiye nadinê' lêdan xwar û di ser re ket ber lêpirsînê.
Di rojên derbasbûyî de Mûrat Akinci ku girtiyê Geziyê û endamê ESP’ê ye bi muayeneya bi kelepçe re rû bi rû ma. Piştî wê jî dema xwest bizanibe ku ‘gelo ew çima pêlava sporê, ku malbata wî jê re şandiye nadinê’, gardiyanan lê dan. Di der barê Akinci de lêpirsîna dîsîplînê jî hate destpêkirin.
Malbata Akinci nêzî 10 roj ber ji wî re pêlava sporê şandibû. Ji ber ku pêlav teslîmî wî nekirine, dema ku Akinci ji gardiyanan pirsî ‘gelo çima teslîm nekirine’, bersiva ‘pêlava te heye’girt. Li ser vê yekê Akinci jî got ku pêlava li hucreya beriya vê bi kar dianiye, yê girtiyekî din bûye lê dema hucre guherandiye li wir hiştiye û xwestiye ku pêlavên wî bidinê.
Ji ber vê yekê destpêkê, gardiyanan li Akinci dan û paşê jî di der barê de lêpirsîna dîsîplînî dane destpêkirin.
Bavê Akinci Celal Akinci, di derbarê bûyerê de agahî da parêzere kurê xwe û serokê ÎHD'ê Şaxê Edeneyê Tûgay Bek. Bek, çû zindanê û li gel Akinci hevdîtin çêkir.
Bavê Akinci, got: “ya ku bi kurê min kirine terora dewletê ye û em ê her tim li gel kurê xwe bin.”
MUAYENEYA BI KELEPÇE JÎ LI SER FERZ KIRIN
Mûrat Akinci ku ji ber sedema tevlî berxwedana Geziyê bûye hatibû girtin û endamê ESP’yê, di 20’ê Kanûnê de ji bo muayeneya çavên xwe çûbû Nexweşxaneya Dewletê ya Aşkin Tufekçi, lê bi muayeneya bi kelepçe re rû bi rû mabû. Dema ku Mûrat Akinci ev yeka qebûl nekiribû bêyî ku were muayene kirin hatibû birin zindanê.