Girtiyê ku nikare bimeşe kete ber lêpirsîna 'govendê'
Abdulkerîm Yakut ê ku 60 ji sedî bedena wî felç e û bi darên li binê çenga xwe dimeşe, bi hinceta ku li girtîgehê 'govend gerandiye' kete ber lêpirsînê.
Abdulkerîm Yakut ê ku 60 ji sedî bedena wî felç e û bi darên li binê çenga xwe dimeşe, bi hinceta ku li girtîgehê 'govend gerandiye' kete ber lêpirsînê.
Li Tirkiyeyê bi Rewşa Awarte re, bi taybetî li hemberî girtiyên kurd û muxalif pratîkên darazê yên ecêb xwe didin der. Berê bi hinceta dirûşme berz kiriye welatiyên ker û lal hatibû girtin û niha jî welatiyekî ku ji sedî 60 felcî ye û bi daran bi zor li ser lingan dibe bi hinceta “dibe ku bireve” hat girtin.
Abdulkerim Yakutê 40 salî yê ji Mêrdînê, yek ji wan girtiyan e ku ji sedî 60 felcî ye. Di 12 saliya xwe de ji ber tedawiyeke xelet felcî bûye û ji wê rojê ve bi daran li ser piya disekine. Sala çûyîn Yakût li Antalyayê hat binçavkirin û paşê hat girtin. Li gel ku berasteng e û felcî ye jî bi hinceta “dibe ku bireve” 14 meh in Yakut girtiye. Her wiha ji ber vê meaşê berastengiyê yê Yakut jî hat qutkirin. 4 zarokên Yakut hene û yê mezin 12 salî ye. Hevjîna Yakut û zarokên wî nikarin debara xwe bikin. Tevî van tiştan hemûyan, di 27’ê Mijdarê de bi hinceta li girtîgehê “govend gerandiye” der barê Yakut de lêpirsînekk jî hat vekirin.
‘XWEZÎ MIN KARIBÛYA GOVEND BIGERANDA’
Dema Yakut tê binçavkirin mehekê di bin çavan de dimîne. Yakut nameyek şand û di nameya xwe de der barê girtîgehê û rewşa xwe de hin agahî parve kirin. Her wiha di heman demê de nexweşîna gurçikan jî li Yakût peyda bûye. Yakût di nameya xwe de ev tişt gotin:
“Hîn jî îdianameya min nehatiye amadekirin, nizamin ez bi çi têm tawanbarkirin. 14 meh in bi gumana dibe ku birevim nayêm berdan. Tevî vana hemûyan ji ber em li ser lingan jimariyê nadin der barê me de lêpirsîn tên vekirin. Her wiha hefteya borî, di 27’ê Mijdarê de bi hinceta me govend gerandiye der barê me de lêpirsîn hat vekirin. Xwezî min karibûya govend bigerandana, ev bi awayê fizîkî ne mumkun e. Çimkî ji herdu lingên xwe jî felcî me. Ji sedî 60 rapora min a berastengiya bedenî heye.
MEAŞÊ WÎ YÊ BERASTENGIYÊ JÎ QUT KIRIN
Berê me bi meaşê berastengiyê debara malbata xwe dikir. Lê belê çend meh berê meaşê min ê berastengiyê jî qut kirin. Li holê tu sûc tune ye, bêyî ku dadgeh û îdianame hebe hinekan ev biryar daye.
Yakut di nameya xwe de anî ziman ku li girtîgehê hemû mafên wan tên binpêkirin û nahêlin bi tu awayî girtî pirtûkan peyda bikin. Yakut ev tişt nivîsandin: “6-7 meh berê li ser hevdu avêtin ser qawîşên me. Radyo û lênûskên me desteserkirin. Tu girtename jî nenivîsandin.”Yakut anî ziman ku xebatên wan ên kurdî jî desteserkirine û bi hinceta wergêr tune ye xebatên wan li wan venegerandine. Yakut got ku 100 girtiyên siyasî yên li girtîgehê li blokan belav kirine û ew nikarin bi nameyan jî pêwendiyê bi hevdu re deynin.
Ramazan Yakut jî, birayê Yakut, anî ziman ku tiştên Yakut gotine rast in û 14 meh berê avêtine ser mala wî û ew binçavkirine û paşê jî girtine. Ramazan Yakut diyar kir ku hîn jî der barê birayê wî de îdianame nehatiye amadekirin. Yakut destnîşan kir ku birayê wî felcî ye û hinceta “dibe ku bireve” bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha got: “Çend meh berê meaşê wî yê berastengiyê qut kirin. Niha em li malbata wî dinerin.”