Girtiyê bi nexweşiya kanserê Ozdal li hucreya yek kesî tê hiştin
Girtiyê nexweş Koçer Ozdal ku bi nexweşiya kanserê ye û gurçikên wî îflas kirine, bi tena serê xwe li hucreya yek kesî tê hiştin.
Girtiyê nexweş Koçer Ozdal ku bi nexweşiya kanserê ye û gurçikên wî îflas kirine, bi tena serê xwe li hucreya yek kesî tê hiştin.
Girtiyê bi nexweşiya giran Koçer Ozdal ji Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê ya Samsûnê nameyek ji Komeleya Civaka Sivîl a di Sîstema Înfaza Ceza de (CÎSST) şand.
Ozdal bi bîr xist ku beriya bi 4 salan ew li Mûşê hate destgîrkirin û piştre hate girtin û diyar kir, tevî ku ti delîl tinebû jî cezayê girtîgehê yê girankirî yê heta bi hetayê lê hate birîn. Ozdal got, ji ber şert û mercên girtîgehê ew bi kansera mîzdankê ketiye û ji ber vê nexweşiyê gurçikên wî jî îflas kirine û neçar e rojane bikeve diyalîzê.
Ozdal got, "2 sal in cezayê min hatiye erêkirin û bi tena serê xwe li hucreyê me" û diyar kir ku ew nikare li xwe binere.
Ozdal piştî ku nameya xwe radestî îdareya girtîgehê kir, sewqî Nexweşxaneya Nimûne ya Enqereyê hate kirin. Ji 19'ê Tîrmehê ve ku sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin, li odeya mehkûman a nexweşxaneyê tê dermankirin.
Destûr nayê dayin ku Koçer Ozdal malbata xwe bibîne.