Girtiyê bi nexweşiya giran a dil e, nayê berdan
Girtiyê nexweş Sabrî Kaya (51), ku 70 ji sedî fonksiyonên dilê wî nemaye, tevî vê rewşa xwe ya giran jî nayê berdan.
Girtiyê nexweş Sabrî Kaya (51), ku 70 ji sedî fonksiyonên dilê wî nemaye, tevî vê rewşa xwe ya giran jî nayê berdan.
Keça Kaya Dîlan Kaya ji ANF'ê re axivî û diyar kir, rewşa bavê wê ku li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê tê girtin, roj bi roj girantir dibe. Dîlan Kaya bibîr xist, ku yên ji 'FETO' girtî ne, dema nexweşiyeke biçûk jî li wan der dibe yekser tên berdan, lê belê bavê wê bi nexweşiyeke giran e û nayê berdan.
Dîlan Kaya li ber vê cotstandartiyê rabû û got, eger dilekî nû ji bavê wê re neyê dîtin, wê jiyana xwe ji dest bide. Kaya anî ziman, bavê wê ku di sala 2010'an de ji doza PKK'ê cezayê girtina heta bi hetayê lê hate birî, piştî ku kete girtîgehê nexweşiya dil lê der bû û got, "Hat tespîtkirin ku ji ber romatîzmayê 60 ji sedî devikên dilê bavê min riziya ne. Û du caran emeliyateke giran bû. Di nava vê demê de parêzer serî li dozgeriyê da ku înfaza ceza 6 mehan bê taloqkirin. Nexweşxaneya Nimûne ya Enqereyê, ku bavê min miayene kir, ev daxwaz erê kir, lê belê Saziya Tip a Edlî li dijî vê daxwazê derket û red kir."
BÊYÎ KU DERENG BIMÎNE...
Kaya ragihand, li Girtîgeha Karabukê pêşî li tedawiya bavê wê tê girtin, lewma rewşa wî roj bi roj girantir dibe, berî 5 mehan mîdeya wî xwîn bûye û wiha dewam kir: "Divê mehê carekê bavê min bê miayenekekirin. Lê belê 4 mehê carekê dibin nexweşxaneyê. Di vê mijarê de min gelek caran gilî kir. Bavê min herî dawî di meha Nîsanê de birin nexwşexaneyê. Doktoran wê çaxê gotin, 70 ji sedî fonksiyona dilê wî nema ye û divê dilekî nû jê re bê dîtin."
Kaya diyar kir, divê bavê wê careke din emeliyat bibe, lê belê ji ber ku gelekî bi rîsk e xwe nadin ber vê emeliyatê û got, "Em ditirsin, ku di her kêliyê de her tişt bibe. Şert û mercên lê tê girtin, qet nebaş in."
Kaya anî ziman,ew timî serî li saziyên tenduristiyê didin, lê belê her carê rapora 'dikare li girtîgehê bimîne' didin û got, "Ez fêhm nakim, yên ji FETO girtî ne, ji ber ku lingê wan diwerime tên berdan, lê belê bi sedan girtiyên nexweş ên mîna bavê min ji bo bimirin li girtîgehê tên hiştin. Çav û guhê min li girtîgehê ye, di her kêliyê de agahiyeke nebaş dikare were. Bavê min gelekî li xwe kêm dike, bedena wî werimî ye. Tevî ku hewa germ e jî wî sar e. Lê belê ji bo goreya ku me jê re şandiye radestî wî bê kirin, rapor ji doktor tê xwestin. Bavê min nikare xwe li van şert û mercên li dijî mirovahiyê rabigire. Ez dixwazim, bêyî ku dereng bimîne bê berdan."