Girtiyê astengdar nayê berdan!

Girtiyê bi navê Serdal Yildirim ê tevî rapora ku ji sedî 98 astengdar e jî heye, lê nayê berdan. Ji bo berdana Yildirim serlêdan hate kirin.

Tevî rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) a ‘nikare li girtîgehê bimîne’ ya ji bo girtiyên bi navê Serdal Yildirim (27) ê li Girtîgeha Tîpa R a Manîsayê jî nayê berdan.

ATK2ê ji bo Yildirim ê ji sedî 98 astengdar e 5’ê Sibatê rapora ku ‘di girtîgehê de nikare bimîne û pêwîstiyên xwe pêk bîne’ dabû.

Li ser vê parêzerên Yildirim Vedat Ece, ji bo berdana Yildirim serlêdan kir. Lê Dozgeriya Înfazê ya Bakirkoyê ev serlêdan red kir. Li ser vê yekê parêzer Ece ji Buroya Şaxa TEM’ê ya Midûryeta Emniyetê ya Mêrdînê daxwaz kir ku hinceta redkirina serlêdana wan diyar bike.