Girtiyan li ser binpêkirina mafên mirovan rapor amade kirin

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ne, li ser binpêkirina mafên mirovan raporek amade kirin.

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 1. a Kandira ya Kocaeliyê dimînin, li ser binpêkirina mafên mirovan ên meha Nîsanê raporek amade kirin. Li ser navê girtiyan Cemal Aydogan bi rengê nameyekê ev rapor şand û bal kişand ser mafên mirovan ên li girtîgehê hatine binpêkirin.

Li gorî agahiyên Aydogan dane, bi kêfî cezayê hucreyê li girtiyan tê birîn û têkiliya di navbera girtiyan de tê astengkirin. Di birin û anîna nexweşdaneyê de miayeneya bi kelepçe li girtiyan tê ferzkirin û girtiyên nexweş ên divê werin dermakirin nayên dermankirin. Li gorî agahiyên Aydogan li girtîgehê di meha Nîsanê de 29 caran mafên mirovan hatine binpêkirin.

Di nameyê de binpêkirinên mafan bi van sernavan hate ragihandin:

MAFÊ RAGIHANDINÊ

* Ligel ku ji hevdîtina telefonê ya Yasemîn Karadag re du roj mane ji aliyê ACM Kocaeliyê ve mehek cezayê telefonê hat birîn.

* Li Nurgul Acar, Nebîha Araci mehek, Menekşe Tosun jî 2 meh cezayê ragihandinê hat birîn.

* Karîkatorên ku Yildiz Keskîn û Derya Taşkiran bi rêya postaya hundir şandin bi hinceta 'bi fikarin' paşde hatin şandin.

* Wêneyê ku Sultan Işikli ji kovara girtîgehê daye birî û ji Azîz Aslan re şand ji aliyê îdareya girtîgehê ve bi hinceta 'bi fikare' ne hat şandin. Hincet jî ewe k udi wêne de çek heye.

* Di maneya Gonul Bozkurt a ji Remzî Uçucu re şandiye de helbesta Enver Gokçe bi hinceta “Gotinên ku gef dixwe bikar” hat reşkirin.

* Nameya Ayşe Larzan Caner ji Gamze Eroglu re nivîsandiye hat reşkirin û hat dayîn.

* Bi hinceta li qada sohbetê çalakiya rûniştinê pêk anîne li Murat Çeçen, Yasîn Cîhan û Alî Kema Aşik 3 meh cezayê ragihandinê hat dayîn: Biryar: 2017/489, 

* Dîsa bi hinceta çalakiya rûniştinê pêk anîne carek din li Murat, Yasîn û Alî Kemal 3 meh cezayê ragihandinê hat birîn. Biryar no: 2017/488

* Ligel ku dayika Murat Çeçen astengdar e û rapora wê heye jî destûr nayê dayin ku bi dayika xwe re baxive. Ji vê re dibêjin 'cezayê ragihandinê'. Çeçen serî li Dadgeha Înfazê da lê dadgehê jî got 'talûkeya mirinê tune ye' û serlêdan redkir. Hal bûkî li Desteya Cezayê Înfazê derbarê vî mafî de qanûnek heye. 

MAFÊ ZIYARETÊ 

* Der barê Eylem Yucel de cezayê mehek ziyaretê teqez bû û di meha Nîsanê înfazê destpê kir. 

* Mafê hevdîtinê yê Sevcan Goktaş li gorî hatina kesê hevdîtinê hat sererastkirin. 

* Derya Taşkiran, Songul Okten, Menekşe Tosun, Gamze Erdoglu, Sevcan Goktaş, Tulîn Saylan, Gulay Efendîoglu, Ozlem Taşdemîr, Sultan Işikli, Nebiha Araci, Nurgul Acar, Ayşe Baykal, Yasemîn Karadag, Eylem Yucel, Banu Ozcan, Selda Ozçelîk, Gonul Bozkurt, Yelîz Turkmen, Yelîz Keskîn, Gonca Karakoça ji ber ku li derî dane cezayê 3 mehan ê ziyarete hat dayîn. 

MAFÊ TENDURISTIYÊ 

* Nexweşiya romatizma Nebîha Araç li gel hemû israran jî di hucreya kam de tê ragirtin. 

* Turkan Ozen a bi nexweşiya pişikê dijî li gel nexweşbûnê di rîngan de dibin û tînin. 

* Girtiya bi navê Sultan Işikli dermanê wê ji aliyê bijîşk ve hatine nivîsandin bi kêfî nadinê. 

* Girtiyê bi navê Cemal Aydogan ku bi nexweşîna pişikê re rû bi rû ye rastî hemû binpêkirina mafan a tenduristiyê tê. 

MAFÊ PARASTINÊ 

* Nurgul Acar û Nebîha Araci yên ku daneşîna wan li Stenbolê bûn bêyî hîncet bê nîşandan wan nebirin daneşînê. 

BINPÊKIRINA MAFAN ÊN DIN 

* Gardiyanan, girtiyan ji ber çalakiya protestoyê û çalakiya rûniştinê pêkanînê bi erdê re kaşkirin û di dirênceyan de bi ezeyetê wan dadixînin. Bi taybetî eziyet li girtiyan tê kirin.

* Di vegerên daneşînan de girtî rastî gelek tade û mûameleyên nebaş tên. Ayşe Baykal a ku van pêkanînan red kir di bin navê lêgerînê de îşkence lê hatiye kirin. Baykal a ku ji gulçikên xwe nexweş piştî van pêkanînan nexweşîna wê lê giran bû. 

* Muçing bi hinceta ewlehiya girtîgehê dixe talûkeyê nadin girtiyan. 

* Mafê sohbetê yên Murat Çeçen, Yasîn Cîyhan, Alî Kemal Aşîk , Cemal Aydogan û Turgay Ayyîldîz jî 28’ê nîşanê ve hatiye qûtkirin. Dema girtî vî mafî dipirsin jî rastî bersiva 'Wê îdare biryar bide' tên.