Girtiyan kamerayên li koxûşan şikandin
Girtiyan kamerayên li koxûşan şikandin
Girtiyan kamerayên li koxûşan şikandin
Li Girtîgeha Tîpa L ya li navçeya Antalya Alanyayê, rêveberiya girtîgehê kamera li nava koxûşan bicih kir. Girtiyên li dijî vê pêkanîna ku hemû veşarîbûna jiyana wan binpê dike derketin, kamera şikandin.
Deshilatdariya AKP'ê ku nifûsa girtîgehê di nava deh salan de du qat zêde kir, ji aliyekî ve girtinan dewam dike, ji aliyê din ve li binpêkirinên mafên li girtîgehan her roj yeka din zêde dike.
Bi biryara Muduriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Edaletê re hat xwestin li koxûşên Girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê kamera were bicihkirin.
Girtiyan bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kirin û xwestin, ev pêkanîn bê rawestandin. Lê belê vê hevdîtina wan ti encam bi xwe re neanî. Rêveberiya Girtîgehê ji girtiyan re got, ev biryar ne ya wan e, daxwaza Wezareta Edaletê ye.
Rêveberiya Girtîgehê li koxûşa girtiyên siyasî lê ye, kamera bicih kir. Girtiyên jî li dijî vê pêkanîna ku hemû veşarîbûna jiyana wan binpê dike derketin, kamera şikandin.