Girtiyan binpêkirinên mafan a li girtîgehan kirin rapor
Girtiyan siyasî yên Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi mebesta ku raya giştî agahdar bikin kirin rapor.
Girtiyan siyasî yên Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi mebesta ku raya giştî agahdar bikin kirin rapor.
Rapora ku bi ser navê problemên tendiristî, astengkirina pirtûk,rojname,koavar û cezayê disîplînê hatiye rêzkirin wiha ye:
Problemên me yên tendiristiyê yê di navbera Çile-Sibat de:
*Bi hevalê me Kemal Tufan re nexweşiyên hepatît B, bronşît û ba heye ku divê tim kotrola wî were kirin. Ji ber ku ev nayê kirin, niha nizane bê ka nexweşiya wî di çi astê de ye. Dema ku dibin kontrolê jî kelepçekirî dibin û tedawiya wî tê astengkitin.
*Hevalê me diranên wî pir ne baş in. Ezmanê devê wî edab girtiye û divê diranên kêm werin çêkirin, lê ji ber ku tedawiya bi kelepçeyê tê ferzkirin tedawî tê astengkirin.
*Ev nêzî salek û nîvê ye ku hestiyên kemaxê, kabok û masûlkeyên wî diêşin. Vê pêvajoya dawî girantir bû. Paralelî van êşan guhê wî yê çepê tim zingêniyê dike, kapaxa çepê ya çaav direqise. Her wiha êşên dil jî dest pê kirin.
*Rêveberiya Girtîgehê ya Tîpa F a Kirikkalayê di sewka derve a nexweşxaneyê de ji bo ku xebatên kontrola û randevûyan bike memûrê tendiristiyê an jî karmendan peywirdar nake. Ji bo xebatên bi vî rengî, ji bo nexweşxaneyên Enqerê, hate gotin memûrên tendiristiyê yan jî qerdiyanên ên ku ji Sîncan Tîpa F hatine wê were kirin jî, memûrên têkildar gelek caran dibêjin, ‘’Ne karê me ye. Ji rêveberiya girtîgehê re bibêjin, bila ji we re memûrên tendiristiyê bişînin. Ne problema me ye’’ û bi vî rengî karên kontrolê nakin an jî kêm dikin, ji bo kontrola lezgîn jî randevûyê ji bo 3-4 meh şûn de distînin. Bi vî rengî jî tedawiya me asteng dikin.
* Herî dawî 30.01.2017’An ji bo randevûna kontrola kolonoskopî ya ku berê hatinbû dayin biribûn Nexweşxaneya Nimûne ya Enqerê, lê bi sedema ku wextê randevûyê derbas bûye bêyî ku kontrol were kirin dîsa li girtîgehê vegerandine.
*Li gel ku divê teşhîs bi lezginî were kirin û demildests tedawî were destpêkirin jî, memûrê têkildar ku wê nikare bigihe randevûya sibehê, ji bo randevûya ku di şertên asayî de herî pir mehek berê dikarin bistînin, ji bo wextekî pir pêşi ji bo 3 mehê dî,
10.04.2017’an û ji bo saet 8.30-9.30’an randevû standiye. Bi vî rengî bi zanebûn teşhîs tê derengxistin û tedawiya hevalê me tê astengkirin.
TÊKILDARÎ ASTENGKIRINA PIRTÛK, KOVAR Û ROJNAMEYAN
*Mafên me yên gerdûnî yên sereke, bi biryarên îdarî têne sînordarkirin û ev birbar ji hêla Hakîmtîya Înfazê û Dadgeha Cezayê Giran ve bê dudiliyekê têne pejirandin. Li gel ku di destûra TC’ê, xala 13’an de tê gotin, ‘maf û azadiyên sereke, bêyî ku mirov dest li gewhera wan bide tenê ji ber sedemên xalên têkildar ên di destûrê de hatine destnîşankirin tenê bi qanûnan dikarin werin sînordarkirin’ jî, heqê me yên xwendinê yên ji bo hînbûn, zanyarbûnê yên di nav çarçoweya yasayên têkildar de heqê me yê xwe gihandina pirtûk, kovar, rojnameyan, ji hêla desteya perwerdehiyê ve bi biryara Nimroya 2016/287 a bi dîrroka 24.11.2016’an tê astengkirin.
*Dîsa bi biryara pêveke a desteya perwerdehiyê a bi dîroka 08.12.2016’an a bi rengê, ‘’roman, rojname, kovar, broşûr û hwd ti weşanên ku ji hêla parêzer an jî serdanvanên girtî an jî cezaxwariyan anîne, an jî bi PTT’ê, kargo şandiye, ji bo sûcdarên ji terorê hikim xwarin an jî girtîne nayê dayin’’ biryar hatiye dayin û bêyî ku agahiyê bidin me hemû weşanên bi rêya postayê hatin vegerandine, winda kirine.
*Têkildarî weşanên dest li ser wan hatine danîn ên weke pirtûk, kovar, rojnameyan Resûl Kocaturk serî li Hakîmtiya Înfazê daye lê bi tarîxa 10.01.2017’an a bi nimroya 2017/30’î hatiya redkirin. Nerazîbûnên li dijî vê biryarê ya li ACM’yê bi biryara 2017/203 a bi tarîxa 16.02.2017’an hatiye redkirin û binpêkirina rêveberiya girtîgehê hatiye erêkirin.
*Hijmarên rojnameya Umut ên 45, 46,48, 50, 51, 52, 53, 54, 55 û 56, broşûna bi navê ‘’Çand Şoreşger’’ û pirtûka bi navê ‘’Faşîzme Cepheden Yazılar’ a Ulaş Bayraktaroglu ên ku ji bo Resûl Kocaturk hatin, li gel ku ji hêla dadgehan ve li ser wan biryara qedexeyê nîn e jî, bi biryara nimro 2017/100 a bi tarîxa 02.01.2017’an dest li ser wan hatine danîn û nedane Kocaturk.
*10 pirtûkên ku ji bo Erdî Sîdal, 17 pirtûkên ku ji bo Yilmaz Karaaslan û 8 pirtûkên ku ji bo Mert Yarar hatin rêveberiya girtîgehê nedana wan.
*Kovara Odakê ya ku Hasan Ozdemîr ji bo Murat Karayel şandî, li gel ku nivîskarê wê û aboneyê wê ye û di vê biware de biryara AYM’yê jî (AYM Biryar Nimro: 2013 /2125) nedanê. Sedema ku çima nedanê nehatiye diyarkirin. Biryara Desteya Perwerdehiyê ya Girtîgehê ku xwendina kovar, rojname, pirtûkan rakiriye weke hincet hatiye nîşandan. Nimroya biryara desteyê ya têkildar: 2016/287, dîrok 24.11.2016.
TÊKILDARÎ ASTENGKIRIN AGAHDARBÛNÊ
*Nameya ku Tîfa F, nimro 2 a Tekîrdagê, ji hêla Emre Sokan ve hatî şandin bi biryara desteya disîplînê ya bi tarîxa 04.01.2017, nimroa 2017/8, bi îdîaya ‘’naveroka wê rêxistinî ye’’ nedana Selçûk Çelîk’’
*Her wiha bi heman hincetê nameya Ozgur Dînçer a ji tîpa F, Nimro 2 a Tekîrdagê hatî, bi heman hincetê nedana Suleyman Yilmaz Bulduruç.
*Nerazîbûna li Hakîmtîya Înfazê jî hatî kirin hate redkirin.
TEKILDARÎ CEZAYÊN DISIPLÎNÊ
*Cezayê qedexekirina mehekê ya ziyaretê ya ji bo Zeynel Karabulut bi dosya 2016/332, di tarîxa 28.07.2017’an da dayin, 11.01.2017’an hate înfazkirin.
*Cezayê destliserdanîna hin çalakiyan a ji bo mehekê ya bi 2016/357, 12.08.2016’an ji tarîxa 14.02.2017’an hate pêkanîn.
*Cezayê hicreyê yên ku dabûn Selçûk Çelik, beriya hevdîtina vekirî bi du rojan hate înfazkirin û dest li ser mafê wî yê hevdîtinê danîn.
PROBLEMÊN DIN
*11.01.2017’an dadgeha Selçûn Çelîk li Enqere Sîncanê hebû, leşkeran bi kêfî nebirin û mafê wî yê xweprastinê asteng kirin.
*20.01.2017’an Selçûk Çelîk û Erdî Sîdar bi hinceta kêmbûna personelan nebirin dadgehê û dest li ser mafê xweprastinê danîn.
*Rêveberiya bi BHQ’ya 22.11.2016’an bi tarîxa 22.11.2016’an bi nimroya 2016/1453’an asteng kir ku Cîhad Ozdemîr bikeve azmûnên AOF’yê. Nerazîbûna li dijî vê biryarê ya li Hakimtiya Înfazê jî bi dosya 2016/1378’an, 26.12.2016’an hate redkirin.
*Nerazîbûna li biryara Hakîmtiya Înfazê ji hêla ACM’ê ve bi nimroya 2016/79’an, 22.01.2017’an hatiye redkirin û bi vî rengî nehiqûqiya ji hêla pereyên ku hatiya dayin ve û hem jî sedema windabûna salekê hatiye erêkirin. Têkildarî biryara teqez bûyî serî li AYM’ê hatiye danîn, di 24.02.2017’an de.
*Li koxuşên ku ji bo 3 kes lê bimînin hatine çêkirin, piştî 15’ê Temûza 2016’an ji ber girtinên zêde 4-5-6 kes hatine bicihkirin, lê ji bo wan ji bo ku ranzayên zêde neanîn gelek girtî ji neçarî li ser betonê radizin.