Mamosteya girtî Meral Donmez a ku bi hinceta ‘cezayên disîplînê’ sewqa wê ji Girtîgeha Tarsûsê ber bi ya Stenbolê nayê kirin di girtîgehê hate derbkirin û gef lê tê xwarin ku ew ê wê bixin hucreya yekkesî.
DEST Û PIYÊN WÊ REŞÛŞÎN BÛNE
Diya wê Sosê Donmez diyar kir ku di 29’ê Îlonê de keça wê bi rêya telefonê jê re gotiye ku êşkence lê hatiye kirin. Diya wê Donmez got: “Ji ber greva birçîbûnê keça min bêhal bûye û piştî êşkenceya ku li wê hatiye kirin, dest û piyên wê reşûşîn bûne. Bi ser de jî niha ew xistine hucreya yekkesî. Keça min sewqa wê nayê kirin û daxwaznameyên ku ji Wezareta Edaletê re jî dişîne, nayê qebûlkirin. Keça min di greva birçîbûnê de ye û heke grev bidome rîska xwînîbûna mejî û epîlepsiyê heye. Ji ber greva birçîbûnê gelekî heliyaye û di dema hevdîtinê de dema ku wê ez hembêz kirim, ji bo ku canê wê neêşînim, min ew hembêz nekir. Heke keça min têxin hucreya yek kesî em ê nikaribin agahiyan jê bistînin. Heke bikeve erdê, em ê haya me jê nebe û em ê nikaribin mudaxele bikin. Divê keça min sewqa wê were kirin.”