‘Girtîgeh bûye qada afirîneriyê‘

Pena Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd, bi boneya roja nivîskarên ku di girtîgehan de ne bernameyek li dar xist.

Komeleya Wêjekarên Kurd û Pena Kurd, têkildarî roja nivîskarên di girtîgehê de bernameyek li dar xist. Di bernameya ku dê heta 15'yê Mijdarê berdewam bike de îro moderatoriya bernameya îro Salîha Ayata kir û Firat Can û Feysel Ozdemîr jî li ser mijara bi navê "wêje û zindan" axivîn. Bername, bi tevlêbûna nivîskar û wêjehezên Amedê pêk hat.

Di destpêkê de Hevseroka Komeleyê Sûltan Yaray û Hevserokê Pena Kurd Omer Fîdan xêr hatina mêvanan kirin û bal kişandin ser pêştevaniya nivîskarên girtî û wiha gotin: “Pêwîste em pirtûkên nivîskarên di girtîgehan de li her derê bidin nasîn û belav bikin.”

'GIRTÎGEH QADA AFIRÎNERIYÊ YE'

Piştre moderator Salîha Ayata axivî û bal kişand ser afirîneriya di girtîgehan de û got: “Girtîgeh, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo wêjeya cîhanê jî her tim bûye qadeke afirîneriyê. Ji bo gelek neteweyan, girtîgeh weke qadeke pêşengtiya fikra azad tê hesibandin. Dema mijar bibe berxwedana gelê Kurd jî zêdetir mijara girtîgeh di keve rojevê de. Ji ber ku ev 40 salên di dawiyê li girtîgehan de gelek nivîskarên Kurd ji ber nivîsandinê hatine girtin. Ji ber vê yekê jî girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê bûye qadekî afirîneriyê.”

Panelîst nivîskar Feysel Ozdemîr jî da zanîn ku girtîgeh cîhê îradeya şikandina kesan e. Ozdemîr diyar kir ku 2 cureyên nivîskaran heye û yek jê nivîskarên serdestan û ya duyem jî nivîskarên bindestan in. Ozdemîr axaftina xwe domand: “Nivîskarên serdestan hertim ji desthilatdaran re xebitîne û nivîskarên bindestan jî her tim ji bo gel nivîsandine û bi wan re jiyan e. Ji ber vê yekê jî ji aliyê serdestan re neyar hatine nîşandayîn. Lê di dawiyê de nivîskarên ku girêdayî serdestane navê wan tûne ye, yên bi gel re ne jî hertim dijîn û tên naskirin. Her wiha serdestan di girtîgehan de gelek kes û kom teslîm standin. Lê tenê Tevgera Azadiya Gelê Kurd ev pergala girtîgehan ya serdestan şikand. Bi pêşengtiya Mazlûm Dogan girtîgeh êdî wek cihê ku îrade têde tûj dibe û cihê berxwedanê hat pênasekirin.”

‘BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE’

Panelîst nivîskar Firat Can ku salên dirêj girtî ma jî bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî û vê yekê şermezar kir. Can diyar kir ku ew wek nivîskar û rewşenbîrên Kurd pêwiste li dijî van sûcên mirovahiyê ku negirînge li dijî kê hatiye kirin bisekinin. Can bi lêv kir ku dema mijar dibe Kurd hemû welatên rojavayê cîhanê bêdeng dimînin û wiha got: “Di girtîgehan de gelek derfetên nivîsandinê tune ye. Lê afirîneriyekî mezin jî li wir heye. Bi destûra rêveberiya girtîgehê nivîs tên nivîsandin. Hewce ye tu parastina nivîsa xwe bikî. Tu nivîskar heta niha parastina nivîsa xwe ne fikiriye, lê di girtîgehan de mecbûrî bi fikirî. Ji ber ku rêveberiya girtîgehê dikare were wan kom bike û keda te tev biçe di avê de. Zextekî pîskolojîk li ser te heye. Carna di girtîgehan de mirov tiştekî dinivisîne lê ji ber ku te ji bîr kiriye, tu nikarî pênaseya wê bikî. Di nava van pirsgirêkan de jî berxwedan û têkoşînek pir mezin heye.”

Bername bi pirs û bersivan bi dawî bû.