Girtî Mîsbah Aktaş grêva birçîbûnê bi dawî kir

Girtî Mîsbah Aktaş grêva birçîbûnê bi dawî kir

Girtiyê bi navê Mîsbah Aktaş ê ku di 15'ê Nîsanê de ji bo şermezarkirina pêkanînên li girtîgehê dest bi çalakiya grêva birçîbûnê kiribû, çalakiya xwe bi dawî kir.

Girtiyê bi navê Mîsbah Aktaş di 15'ê Nîsanê de ji ber ku destûr nehate dayîn ku bi birayên xwe di heman girtîgehê bimîne û pêkanînên derhiqûqî yên li girtîgehê dest bi çalakiya grêva birçîbûnê kiribû. Aktaş ji ber çalakiyê ji 2'emîn Girtîgeha Kiriklar a Tîpa F'yê ya Îzmîrê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F'yê ya Edîrneyê hatibû kirin. Hate zanîn ku Aktaş çalakiya xwe bi dawî kiriye. Aktaşê ku piştî çalakî bi dawî kir, sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Edîrneyê hate kirin. Hate hînbûn ku rewşa tendûristiya Aktaş ne baş e.