Girtî li dijî zextan di greva birçîbûnê de ne

Li girtîgehên Patnos û Wanê girtî li dijî êşkence û zextan di  greva birçîbûnê de ne.

Diyar bû li girtîgeha Tîpa T û F a Wanê û li girtîgeha Tîpa L a Patnosê girtiyên siyasî li sijî êrîş û zextan dest bi greva birçîbûnê kirin. Li gorî agahiyên malbatan, girtiyan ji bo protestokirina zextan û protestokirina xistina hewşê ya 4 girtiyan li girtîgeha Tîpa F a Wanê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine.

Diyar bû nêzî 2 hefte ne girtiyan greva birçîbûnê dane destpê kirin, girtî Kadir Karabak di hevdîtina bi rêya telefonê ya bi malbatê re qala rewşê kiriye.  Malbata Kadir agahiyên Kadir dane wiha radihand; “Di hevdîtina telefonê ya dawî de, ji ber derketina hewşê li 4 girtiyan hatiye girtin ev nêzî 2 hefte ne di greva birçîbûnê de ne. Heta rêveberiya girtîgehê daxwazên wan pêk neyînin wê çalakiya greva birçîbûnê bidomînin.”

Li gorî agahiyên girtiyên din dane malbatê jî li Girtîgeha Tîpa T a Jinan ya Wanê jî nexweşiya ‘weşîna pirçê’ di girtiyên jin de xuya dike. Hate ragihandin ku nexweşiya weşîna pirçê li girtîgehê belav bûye û ji ber vê jî pirça hemû girtiyên jin hildiweşe.

LI GIRTÎGEHA PATNOS Ê JÎ ZEXT ZÊDE DIBIN

Li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê jî malbatên ji bo hevdîtinê çûyîn Wanê gotin di ketina girtîgehê de li 4 cihan lêgerin tê kirin. Gardiyan dest datînin li ser hemû tiştan û di vê navberê de di nava jinek û gardiyanekê de gotûbêj çêbûye, gardiyan jî bi keyfî hevdîtina jinê asteng kiriye.