Girtî ketina roja 58’an a çalakiya girêva birçîbûnê
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê ev 58 roj in li dijî zextan di girêva birçîbûnê de ne.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê ev 58 roj in li dijî zextan di girêva birçîbûnê de ne.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T’yê ya Xarpêtê li dijî ferzkirinê ya ‘qerta nasnameyê’ û zextan ev 58 roj in di girêva birçîbûnê de ne.
Girtiyên koxûşa C4-‘yê yên ku ferzkirina ‘qerta nasnameyê’ qebûl nekirin ketine girêva birçîbûnê ya bê dorveger ên koxûşma D-2 û D-6’ê jî her carê ji bo 3 rojan girêva birçîbûnê ya dorvegerî dikin.
Girtiyên ku bi rêya malbatan xwe gihandina JinNewsê diyar kirin ku tê xwestin girtîgehan bikin kampên êsîran, kirinên rûmetşikîn û ferzkirina ‘qerta nasnameyê’ didome. Malbatên ku çûne Girtîgeha Xarpêtê diyar kirin ku wan malbatên xwe dîsa nedîtine, serlêdana wan a ji bo dozger jî tiştek bi dest wan ve neaniye. Xizmên girtiyan diyar kirin ku li girtîgehan binpêkirina mafan pir zêde bûye, li dijî ferzkirina cilên yekreng jî helwest nîşan dan û gotin, girtî bêyî ku werin darizandin weke ku sûcdar bin têne ragihandin.
Xizmên girtiyan diyar kirin heke li dijî ferzkirina yekreng bêdeng bimînin wê zext û zordarî bi vê re sînordar nemîne û gotin ew ê berxwedana ku girtiyan dane destpêkirin li derve geş bikin.
Xizmên girtiyan diyar kirin ku kincên yekreng tê maneya êşkenceya psîkolojîk û gotin, ‘ên ku vê bikin wê tiştên dî jî bikin’. Bang kirin ku raya giştî li girtiyan xwedî derkeve.