Girtî: Deng bidin meşa me ya azadiyê

Girtiyên li girtîgeha Şakranê, ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe ketine greva briçîbûnê gotin, ''Em ji hemû malbatan û gelê xwe yê rûmetdar dixwazin ku deng bidin meşa me pîroz a azadiyê''.

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T ya Nimro 2 a Şakranê ya li navçeya Izmîr Alîagayê, Mehmet Yavûz, Necdet Kaya, Cengîz Dogan û Abdulbarî Yildirim têkilî çalakiya xwe bi rêya malbatên xwe peyam şandin.

Girtiyan di peyama xwe de gotin, ''Em şagirt û fedayiyên Rêber Apo şad in, aram in û bi moral in. Ji ber ku em ber bi aadiyê ve diçin. Ti kesek nikare me ji rêya azadiyê dûr bigire. Ev berxwedana me ya pîroz  bi dengê gur, bêhempa û dilxweşkar dikare biencam bibe. Heta ku em vî dengî nebihîsin, bila kesek gumanê jên ebe ku em ê meşa xwe ya azadiyê bê duiliyekê bidomînin.  Mehmet Durak, Nîhat Ekmez, Ramazan Atabey, Yakûp Guneş û Tanjû Yildirim ku 26'ê Kanûna 2018'an dest bi greva birçîbûnê kirine, moralê wan baş e, bi coş in, tenê hinekî li xwe şikandine. Em bang li hemû mabatan û gelê xwe yê rûmetdar dikin ku deng bidin meşa me ya azadiyê.''