Girtiyên Kirşehîrê ketine girêva birçîbûnê

Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E'yê yên Kirşehîrê ku gelek mafê wan têne binpêkirin dest bi girêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E'yê ya Kirşehîrê li dijî zext û zordariyan dest bi girêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.  Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ragihandin têkilî destpêkirina girêva birçîbûnê malbatên girtiyan ew agahdar kirine.

Li gorî agahiyên ku parêzeran dane ji 19'ê Gulanê û vir ve, bi navbeyna 3 rojan girêvê dest pêkiriye, girtiyekî jî dest bi girêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye. Parêzerên OHD'ê û endamên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) 1'ê Hezîranê wê biçine gritîgehê û bi girtiyan re hev bibînin, ku dest bi girêvê kirine.

Parêzeran di pêvajoya pandemiyê de derbarê girtîgeha Kirşehîrê raporek hazir kiribûn, binpêkirina mafan destnîşan kiribûn, hatibû gotin kelepçeyê berevajî li girtiyan didin, gefê li wan dixwin, dijûnan li wan dikin û li ser wan ferz dikin ku bi disiplîna leşkerî hijmara xwe bibêjin.