Girîngiya maskeyê ya li dijî vîrûsê
Ji bo pêşîgirtina li belavbûna vîrûsê, yek ji hewldanên sereke bikaranîna maskeyê ye.
Ji bo pêşîgirtina li belavbûna vîrûsê, yek ji hewldanên sereke bikaranîna maskeyê ye.
Ji bo rawestandina şewba Covîd-19 tevî qedexeya derketina derve li hin welatan bikaranîna maskeyê li deverên diyarkirî, weke mecbûrî tê ferzkirin.
Di serî de li parzemîna Ewropayê, ji meha bê û pê ve wê qedexe qonax bi qonax bên rakirin. Bi vê yekê re wê bê diyarkirin ku maske li kîjan qadan bên bikaranîn.
Lê eşkere ye ku maske bi tena serê xwe pêşî li belavbûna vîrûsê nagire. Ji bo bi temamî vîrûs ji holê bê rakirin an jî dawî li metirsiya wê bê anîn, yekane çareserî amadekirina derman e. Ev yek jî dibe ku heta salek û sal û nîvekê bidome.
HÎN LI WESAYITÊN CEMAWERIYÊ BI TÊRKERÎ BELAV NEBÛYE
Hema bêjin li tevahiya welatên Ewropayê qedexeya derketina derve bi rê û rêbazên cuda tê meşandin, lê li qada pêwîstiyên bingehîn û tenduristiyê astengî nîne. Her wiha divê xizmeta cemaweriyê jî bidome û wesayitên cemaweriyê jî heta astekê xizmeta xwe dewam dikin. Kêm jî be rîska belavbûna vîrûsê heye. Ji bilî hin îstisnayan bikaranîna makseyê ji neçarî nîne.
DI KÎJAN ASTÊ DE LI PÊŞIYA BELAVBÛNA VÎRÛSÊ ASTENG E?
Tê zanîn ku maskeyên cerrahî yên li sektora tenduristiyê tên bikaranîn, li pêşiya belavbûna vîrûsê têrê nakin. Ji bilî maskeyên cerrahî, maskeya FFP1 a herî ji rêzê ya maskeyên FFP ku Yekîtiya Ewropayê destnîşan kiriye, di rêjeya 80 ji sedî de parastinê dikin.
Maskeyên FFP2 ku bi giranî xebatkarên tenduristiyê ji bo lênihêrîna nexweşên bi vîrûsê bi kar tînin, di asta 94 heta 97 ji sedî de li pêşiya belavbûna vîrûsê asteng in. Cûreyên FFP3 a maskeyan jî di asta 99 ji sedî de nahêle vîrûs belav bibe.