Giliyê hovîtiya li Kîlyosê hate kirin

Şaxê Stenbolê yê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) giliyê hovîtiya li Kîlyosê kir, ku cenazeyên gerîla li qiraxa rêya Goristana Kîlyosê hatin veşartin.

Goristana Xerzanê ya li gundê Olka Jor a li navenda Bedlîsê, piştî ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate xerakirin, cenazeyên li goristanê hatin revandin û eşkere bû ku li qiraxa rêya li kêleka Goristana Kîlyosê ya Stenbolê hatine veşartin.

Endamên OHD'ê li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê li hev kom bûn û bi hinceta ku sûcên "Heqareta li bîranîna şexs hatiye kirin" û "êşkence û zordarî" hatiye kirin, li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê gilî kirin.

Di daxwaznameya gilîkirinê de bi berfirehî qala pêvajoya hilbijartina Goristana Xerzanê hate kirin.