Gerîlayên jinên komunîst li Londonê hatin bîranîn
Gerîlayên komunîst Yelîz Erbay û Şîrîn Oter ên di şeva 22'ê Kanûnê de di serdegirtina maleke li Stenbolê de jiyana xwe ji dest dan, li Londonê hatin bîranîn.

Di axaftina vekirinê ya merasîma bîranînê de hat gotin, "Ew ewladên nifşê fedaî bûn. Baweriya komunîst a serî natewîne wan ji Hasan Ocak, Suleyman Yeter, Huseyîn Demîrcîoglû wergirtin û bi Guneşan, bi Yasemînan û bi Saryayan mezin kirin û bi ronahiyê zêde kirin." Merasîma bîranînê ya ji bo Yelîz Erbay, Şîrîn Oter û Sînan Şahîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Di axaftina li ser naê MLKP/KKO de hat gotin, "Hevrêyên me bûn sembola têkoşîn û azadiya jinê. Rêya ku divê em tê de bimeşin, nîşanî me dan. Baweriya têkoşîn û berxwedanê ya ku wan ji me re hiştin, ew ê di destê me de bibe al."
Piştre daxuyaniyên MLKP/KKO, MLKP MK û SKB ên ji bo fermandarên jin ên komunîst Yelîz Erbay û Şîrîn Oter hatin xwendin.
Yek ji qiseran dûre daxuyaniya MLKP/Rojava ya ji bo Sînan Şahîn ê li Rojava jiyana xwe ji dest da, xwend.
Di merasîma bîranînê de helbest hatin xwedin û sînevîzyon hat nîşandan.
Meclîsa Gelê Kurd a li Brîtanya, alîgirên Partîzan London û MLKP/London beşdarî merasîmê bûn û destek dan.
Di bîranînê de dirûşmên "Şehîdên şoreşê namirin", "Yelîz Erbay-Şîrîn Oter-Sînan Şahîn dijîn, MLKP şer dike", "Bijî partiya me MLKP", "Bijî piştgiriya şoreşgerî" hatin qîrîn.